onsdag 18 februari 2009

FÎRDEWSÎ




FÎRDEWSÎ
LÊKOLÎNEK LI SER EPOSÊ HERÎ MEZIN YÊ WELATÊN ROJHILAT.
I.
Tebeqeyên pirreng yên ji şewqa dîrokê û xem, hizin, xwe avêtîye ser zemanê nezelal yê kevin, yê Zerdeşt. Û hîna jî ew di helbestan de ne metihkirî maye.
Mahmûdê mezin hikum dike (998-1030, piştî zayînê) li Qezna (Gasna), zane û dahî ji xwe re li ba ”cîhangir” koşka şah rê vedikin, cî çêdikin. Wê demê ew şaîrê nenas ji Tûs tê; ew şêst salî ye. Şaîrên, helbestvanên li dora ”maseya girover” ya şah, hertiştî dikin, ji bo ku pêşî li kêfxweşîya wî bigrin. Lê dîsa jî destûr ji bo wî heye ku ew ji Şahnama xwe helbestekê bixwîne – û Mahmûdê mezin ji dilşadî nikare xwe li berê ragire û navê Fîrdewsî lê wî dike, yanî ew ê cinetî. Hingê ”temamê şewqê diçe ser wî”. Ew di odeyên şahane, yê qesrê de, li ciyê dewlemenda, li wî cihê ku qehreman û zîya, tîmseh, di neqşên li ser dîwaran, bi hevûdu re di şer de, û Mahmûd sozê zêrekî mikafat dide şaîrê xwe yê mezin, ji bo her cotek, dûbel, malikên di helbestên wî de. Sal derbas dibin û Şahname jî misêwa mezin dibe bi yên nû û bi hezaran helbestên din î nû.
Lê kêfxweşîya Fîrdewsî kurt e. Dexesî û çavnebarîya şaîran, dek û dolabên mirovên koşika şah, statuya wî ji binî de xerab dikin, li serayê. Û xem û şîn jî xwe davêjin ser yextiyarîya wî. Ew kurikê xwe wenda dike, zarokê xwe yê tikîtenê û ew wendakirina kur bi xemgînî dinivîse, jibîrkirî û ji derveyî hesabî, bê îmtîyaz û nîyeta dostane ji alîyê şah ve û bêyî meaş, ew xwe bi kincên xwe yên kevin û rûmetê, yên purpur û zêr, ên giranbiha ve dilibikîne – û purpur dibe bêhal û mat û zêr jî tenik û bêeyar, dijwarîya ku ew ji jîyanê fêr bûye, xwe di nav berhema wî de veşartî ye, weke endîşeya fikira jîyanê. Lê bi hêzeke yeman û enerjîke xurt û bêsekin, ew lez li berhema xwe dike. Ew xwe bi xwe diafirîne, peyda dike, jîyana xwe ya ebedî, li hember dinyayê, ya ku ew jîyana wî ya li ser rûyê erdê, ku jehrdayî hatî kirin. Ew abîdeyên xwe yên nemir li ser Perşîya (Med û Pers) kevin bilind dike û li ser xwe bi xwe jî! Dema ku şaîr dibe heftê û yek salî, Şahname bi şêst hezar cot, dûbel malik, helbest (dubbelverser) amade dibe, eposek, welê mezin; ku bi qasî heşt Îlîadan (Iliader) e.
Şaîr, dîsa jî berhemê pêşkêşî Mahmûd dike û şah metih dike, teqdîr dike – weke Rostem Key Kawûs!
”Ez dixwazim wî bi zêr xelat bikim, welê bi pir zêr, ku heta fîlek bikaribe hilgire!” dibêje sultan (Mahmûdê mezin), yê ku kêfxweşîkê di sozê xwe bixwede dibîne. Lê ew wezîrê hesûd, çavnebar (wezîrê ku hertim xerab difikire bo çîrokan) şîreta li mîrê xwe dike ku ew zêra hilîne. ”Ji bo xelatkirinê zîv bide wî! Ew xelata şaha ye, ji bo çîrokekê.” – Û Mahmûd, ji şaîrê xwe re ji bo her helbesteka wî, yên di Şahnamê de zîvekî jê re dişîne.
Fîrdewsî qedehek şerab (fukaa) vedixwe, ji vegera hemamê li ser rê ber bi mal ve. Lî meyxanê xeber ji Mahmûd digihîje wî. Şaîr zoq li zîv dinêre, bi nefret û kêmdîtin. Bêdeng ew wî zîvî dike du loda li ber xwe – û yekê ji wan lodan dîyarî hemamvan dike, weke heq ji bo hemamê û ya din jî, ji bo meyxanevan, weke heqê bîraya ku wî vedixwar – û ewbsilav dişîne bo mîrê xwe ku Şahname ne ji bo pera û meaş hatîye nivîsandin.
Ew sultanê hêrsbûyî dixwaze ferman bide, ku Fîrdewsî dê heta ku bimre di bin nigê fîlan de bê perçiqandin. Lê sultan wî efû dike. Lê belê şaîr sultan efû nake. Ji kerba û bi xezebek germ, Fîrdewsî tinazek li dijî Mahmûd dinivisîne. Pêtîyê pozbilind. Xweecibandî? Gotin bêhêz e, şolî, nezelal; ew şêrê birîndar digurmije. Bi dijwarî û bi dilê şewitî ew bang dike der, ku ew qiralek e.
Gava ku hicîw, tinaz digihêje sultan, nivîskarê wê derketîye derve, ji Qezna. Ew, yê ku ”ji nu ve jîyan bexşî Perşîya (Med û Perş) kir”, beradayî beradayî li welatên bîyanî û ji mafê xwe yên qanûnî bêparmayî digere. Hîn jî ew dikare binivîse, helbest diherike, bêyî ku tu carî bi bedewî û şewqa xwe kevin bibe. Weke çare, derman ji bo Şahnama xwe û ew zemanên nefîle, ku ew teqdîr dike, Fîrdewsî ”Yûsiv û Zuleyxa” dinivîse, romanek evînê ya bawermend û bi motîvê ji Quranê, neh hezar cot, dûbel malik dirêj. Lê salên penaberîyê derbas dibin. Û berî mirina xwe, ew destûr distîne ku paş ve vegere Tûs. Ew di ser heştê salî re ye.
Gava ku ew rojekê di kolanê de diçe û dibihîze ku xortikekî bêedeb, parçekî ji tinaza li dijî Mahmûd distirê. Şaîr guhdarî dike. Ew gotinên xwe yên sert û bedxwaz ku Mahmûd rexne dike, di stranek binavûdeng de dibihîze – fikirên wî paşve diçin ser zemanê berê, ew li ser hertiştî difikire, ew tiştên ku ew marûzî wan maye û ew jana ku wî kişandîye. Û dilê wî têr nake. Ew ê cinetî (Firdewsî) mirî dikeve xwarê, li ber nigên ew stranbêjê bêfikir.
Li ser mezel, li ba veşartina Fîrdewsî, şêx bidîqet ecele kir di nav ayînê, rîtualê de û hin, çend dia danîn alîyekî – ji xwe yê mirî hatibû mehkûm kirin! Wî bêguman jîyana xwe dabû berhemekê bo nirxên rafizî. Lê şev hat û şêx xewnek dît, ya ku wek xwêdana tirs û endîşê hat û wek dilopa ber bi jêrê ve ji laşê, ji bedena wî diherikî. Li wê derê wî dite ku ewên mumîn bi cilên kesk ve li cinetê digerin. Û di nava wanê mumîn de, wî ew şaîrê mirî, yê ji Tûs dît, ew, yê ku li dinyayê weke ewê cinetî hatibû bi nav kirin. Hingê şêx ji nobedarê cinetê pirsî, firişte, milyaket Ridwan, ji bo çi rûmetek welê hatîye nîşandan ji bo wî, yê ku pesinê rafizîya nivîsandiye. Milyaket bersîv dide: ”Wek xelat ji bo wan helbestên ku wî li ser Xwedê nivîsandîye.” – Ricifandî şêx ji xew şîyar dibe, pir zû, gelekî berî ku roj hilê û zû cilê xwe li xwe dike, pir bi lez ber bi ew bexçê ku şaîr lê veşartîye ve diçe û ayîn, rîtuala heta bi detayên herî piçûk bi cî tîne.
Lê çîrok, efsane; behsa îronîya qederê, ya başkirî, zarîf û bi heyecan, dikin: Gava ku karwanê cenazê şaîr ji xanîyê wî derdikeve, hingê ji dûr ve karwanekî mezin tê xuya kirin – Xelata derengmayî, ya Mahmûdê mezin ji bo Şahnamê tê.
Di saeta çêbûna, ji dayikbûna Mihemed de, agirê pîroz yê hezar salî yê Perşa (Med û Pers) ji ber xwe ve tefîya. Gelek sedsal, gelek qirn derbas bûn. Wê demê ew ê mezin derket, peyda bû û ji nû ve, wî ew agirê temirî vêxist – di wî welatê bawermenda de – û dîsan jî li dû mirina xwe çû, bi cilên kesk, bi zimrûd tackirî, di cineta Mihemedîyan de.
II.
Şahname ew helbesta, ew efsaneya pir mezin, gîgantîk, dêwasa ya di derheqê şer û têkoşîna navbera Hurmuz û Ahrîman (Lahnetî) de ye, şerê yê baş li dijî yê xerab e, ew Îrana ronî û geş li dijî ew Tûrana bi mij û dûman e, helbestek kehremanîyê, ya li ser ew hikimdarên kevin û yên pir mezin li seranserê Îranê (Med û Perş), ji dema ew zemanên, wê gava ku şervanan di postên pilingan yên bi xêz, di postên heywanan de û hîna fêm nedikirin ku agir dadana, vêxistana . Lî ser ew Temûrê mezin, di derheqê qiralê, şahê serdema zêrîn, Cemşîd (Dschemschid), yê ku heftsed salî li cîhanê hikum kir û di dema wî de însan serbest bûn, heywanên çar nigî û çivîk, lahnetî û perî, lê di yextiyarîya xwe de, ew kete nav şidetê Ahrîman. Di derheqê Dehak de, bê ew çi Îblîs bû, ew lahnetîyê Mihemedî, di şikilê aşpêjekî şahane de hat û wî bi xwînê xwedî kir. Û dema wezîfê, xizmetê qedîya – ew ciwanmêrê çeleng bi maçîkirinek ser milê mîrê xwe, bi zor xatirê xwe xwest. Lê li wê dera ku maça ew ê xerab şewitandî, du heb marên ecêb xerab çêbûn, derketin der, yên ku her şikilê xwarinê red dikir ji xeynî mêjîyê însanan – û koka nijadê însanan tanî bo xwarin ji bo marên hikumdar. Ahrîman kêfxweş dibû. – Li ser Ferîdûn, yê ku ji ser çîyayê pîroz yê Zerdeşt daket xwarê û cîhan paqij şûşt û bi hêz û desthilat û bi pakî û paqijî li cîhanê hikum kir – heta zemanekî, tevî ku zeman bi sedsalan, bi qirna dihatin jimartin – heta ku bi razî kirina qederê, ku ew ê yextîyar bi dek û dolaban girtin, berî hertiştî pêşîlêgirtina aqilê wî û şîn û reşgirêdan xwe avêtin ser yextiyarîya wî ya paqij û bî guneh û xwîn bi ser xelkê wî de. Di derheqê kurên Ferîdûn de. Key (şah, qiral) bi xwe mîrasê xwe cuda kir û Îran bexşî kurê xwe yê herî piçûk kir. Ew ê herî piçûk, herî xort Îredşah (Îredsch) e, kurek e, wek kalekî biaqil, yekî aram, sakîn û paqij, di ew cîhana di nav gazî û hawarê de, Îredşah, yê ku ket ber hesûdî û bexîlîya birayên xwe, ew keyayê herî pêşîn li seranserê Îranê, ji ber şidetê û ji ber bêbextî û xîyaneta ji welatê tirkan. Li ser bingehê fîgurê wî kurê piçûk meznahîyek ava ye, paqijî û xwînşîrînî. Hêdî hêdî şewq ji ew gotara wî,ya li ser qederê dertê der, ya ku diguhere, rûyek, yê ku spîçolkî dibe, dizermihe, ”çavê ruh yê birqokî, zelal, yê ku kor dibe”. Gotinekpêşîya dibêje: ”Ecêbmayî nemîne, ku ronîya tîrêjên hîvê zelal dibiriqe.” Heyirîmayî nemîne, ku Îredşah, bişiradinek aştîxwaz û dilovan, bêçek, leqay artêşa birayên xwe, yên ku bi destê bo lihevhatinê dirêjkirî û welatê xwe dibexşînin ji bo wî, yê ku dikare şad bibe ji bo keyatîyek dinyewî. Xwedîyê rûyekî rind û bedew, xwedîyê çavên bihêz û piçûçik, yê ku xelk jê razî, li ew devera ku ew diçê bi saxlemî û eşkere, zelal û hizûra ruhî – ruhanî, xizmekî, mirovekî Sîddharta ye, ew Bûddhayê ciwan.
”Lê text (cedern) ket, yê ku xwe ber bi asîmana ve bilin kiribû.” Û bira zermihî li erdê dirêj bibû, ji ber xencera bira.
Ferîdûn, yê ku dest pê kir û li ba def û sîmbala (cymbal; aletekî weke du lengerîyan û yên ku bi qasî hev mezin û wan di merasiman de li hevûdu dixin ) û bi temamê ehlê seraya xwe ve, ji bo ku pêşwazîyê li Îredşah bike, lê ji dêlva wî ve leqayî zûbirganekî (qasid, kûrye) ku di toz û dûmanê de mayî dibe, yê ku bi kelogiri ew serê jêkirî yê wî kurê delalî, hezkirî dirêjî bavê wî dike. Ferîdûn ji ser hespê xwe dikeve xwarê.
Ew kerwanê şahîyê bi ala û perçemên qetandî û bi xemgînî paşve vedigerin, yên ku rengê hespan wan şîn bû. Mezinê welat bi xwelîya li serê xwe ve û bi nigan meşîya. Xizmetkaran aletên wek saz û udan şikandin, parçeparçe kirin. Keya, qiral porê xwe yê sipî û gewr kişand û agir avête koşka kurê xwe û arîya wê bi ser gulên Îredşah de barîya û ew gewr kirin. Ferîdûn ji xwe re li erdê rûnişt û dijwar ponijî, bi ew serê kurê xwe yê çeleng î li ser çoka xwe. Giya heta ber singa wî bilind bû û ew ranebû ser xwe . . .
”Bi cîhanê re weke neyarekî miamele bike - - ”
Wî bi dengekî bêaheng bangî Xwedê kir û heyf daxwaz kir û dia wî qebûl bû. Bi qerara qederê û bi mirîtîya xwe, Îredşah dest pê kir û xet kişand, ew, yê ku kurê dilnizmîyê, mitewazîbûnê bû, ceng, heyf, tol û heyf ji bo heyfê, bi sedan sal li ser rûyê erdê.
Heyfsitîn, kurek ji êla, eşîra Îredşah mezin bû. Ew li ser xalîyên di miskêdakirî de meşîya, cîhan nehişt ku nigê wî bişemite, ku belayek têbigere. Sal derbas bûn û kurik bû zilam. Û Ferîdûn taca mirwarî li enîya xwe pêça û weke berê li ser payetext rûnişt, ”weke ew textê ku şewqa tîrêjên hîva çardeşevî bidê”; mezinê welat dîsan bi kembera zêrîn û hevrîşimê bi zêr neqişandî, xwe nêzîk dikir û ”bi loda micewher li ba serê Menûçer(Minutschers) dihate berhevkirin”. Şêrên bi kevirê hêja, bihadar xemilandî, leopar û fîlên qerase li rast û çepên payetext û li ser piyan sekinandî bûn. Cîhan bi şewqa rojê û zêr ronî dibû. Şewqa ji ronîya şerabî diteyisî, def û zirne, tembûr û ûd, û trampêt deng didan, gava ku ew ê kal, Keyayê bitecrûbe, yê ku kurê Îredşah Menûçer dişand ji bo ku heyfê bistîne.
Ferîdûn di gora xwe de piştrast û ewle îstirhet dikir ”bi zêr û kevirên şîn di mezelê xwe de”. Menûçer li dinyayê hikum dikir. Yek ji wan qehremanên wî yê pir bi nav û deng Sam bû. Fîrdewsî di hewake, di atmosfereke xerîb, leziz û lidûhev (întensîv) de helbestan dibêje, yên di derheqê efsana, çîroka kurê Sam, yê xwedî kurîşkên sipî û yê ku li cem Teyrê Sîmir (Simurgen) (û yê ku li gorî efsanê bi şîrê wî Teyrî mezin dibe, wek zarokekî xwezayê (Zal) û yê ku dibe bavê ew Rostemê pir mezin yê serekartêş – û bi ihtimaleke mezin ji ber wê hêza ku wî ´Zal´ di jîyana xwe ya xwezayî û azad de dabû hev, li gorî bawerîyên kevin), li ser çîyayê Elbrûs, yê ku bi serê xwe ewran dabeş dike, ew çiyayê pîroz, li wê derê Teyrê mucîze hêlîna xwe ya pir mezin û ji hêla hunerî de dewlemend ava kiribû. Di hêlîna ji qiloçên fîl de, tevî ku ew weke zinarekî jî bû, însanek jî têde mezin dibû, di nav çêlîkên Teyrê Sîmir de – yekî tenik û zarîf, zexm, xurt û bihêz; hinarokên rûyên wî wek rengê xoxê sor bûn, ew çavên reş şewq didan, lê li jêr li ser milên wî, ew kurîşkên porê ku wek berfê sipî bûn diherikîn. Qehreman ji bo pore wî yê sipî kurê xwe red kir – xizmetkarê wî bi zor ew zarok danî ber çîyayê Elbrûsê. Lê belê Teyrê mucîze merhameta xwe nîşan da. Teyrê Sîmir rahişte wî kurikî û ew bir ser hêlîna xwe. Û di binê baskên wî Teyrê biaqil de, ew kurê ku piçûk dihate dîtin, welê biaqil bû, ku wek ew salên, demên, serdemên, yên ku wî ew rengê wan, di sere xwe de hildigirt.
(Li vê derê, belkî bêdivî bi vekirina kevanekekê hebe, ji bo ku mirov çend mînaka ji çavkanîyeke din jî bide, ji bo vekirina meselê, ango: … Lê ji xwe, xistina zaroka, ya li ber zehmetîya, welê normal û asayî bû, di wan civakên kevin de, ya ku bi rastî jî mirovan ecêbmayî dihêle, li ser wê peyda kirina û gelekê caran, bi kar anîna, wek niqteya destpêkê, ji bo dîroka xelkên cuda. Ew yek ji bo ew xelkên ku hîna pirîmîtîv difikirîn, li gorî qaîdeyên xwezayî; sererast kirina ji dayik bûna zarokan, ya ku mirov ew zarokê nû çêbûyî wek însanekî nedidît, lê belê herî pêşî, ji wê kêlîka ku ew ji alîyê malbatê, ji alîyê êlê ve dihatin qebûl kirin, hingê ew weke însanan dihatin hesibandin. Heta wê kêlîkê jî, ew zarok ji parastinê bêpar in, û li ber êrîşê cina rû bi rû ne û ji bo wê talûka ku ew zarok werin guhertin bi ew zarokên ji binê erdê re, ew efsaneyên têrhejmar, yên li ser zarokên ku dûr tên revandin, koka fikira xwe ji vê yekê digre...
Belê, li gorî efsanê ew zarokê ku bi talûkeyê re rû bi rû dimîne, lê dîsan jî ew zarok leqay macerayên, bûyerên û qederek mezin dibe, ji ew zarokên ku di nava êl û eşîrê de mezin dibin bêtir. Û ew yek jî xwezayî ye, ku fantazîya efsanê bi serpêhatîyên welê re dilibike, pê re mijûl dibe, not dikin lêkolîner. Bo nimûne Mûsa dibe serekêlê dînî ji bo îsraîlîyan. Û şaîrê navdar Fîrdewsî jî ”dihêle” ku Zalê bavê Rostem bi şîrê Teyrê Sîmar mezin bibe.
Di wê qonaxa dawî de dilşewatî rol dilîze, di awayê fikirandinê de, bi wan zarokên ku bi talûkeyê re rû bi rû mayî re. Însanetî, ya ku heta zemanê Hz. Mihemmed (lê wî qedexe kir) ji, li cem ereban keçikan bi saxî dixistin bin axê. Fîrdewsî ”dihêle” ku heywan dîrekt û sert însana rexne bikin, li dijî wan dekevin, ji ber zordestî û zalimtîya wan. Zalimtîyek welê ku leopar jî, dê nikaribe ku ji bin rabe.
Wê gava ku Romûlûs û Remûs di şikeftê de teslîmî dêlegurê tên kirin, ew yek bêguman ne ji ber ku dil bi wan dişewitî, lê belê bilekis ew yek ji ber sedemên totemî ne, destnîşan dikin lêkolînerên edeîyatê. Ew êlek bû, eşîrek bû, malbatek bû; ya ku dê ew bihatana avakirin, ji bo wan zarokên bêeşîr, bê malbat, weke ew rewşa îndîyana, ya bi hirça grîzzly re.
Heta wê dema ku romayîya dînê xwe ji yê yûnanîya girtin, an jî bi tesîra dînê wan, yê xwe çêkirin, wê ew mohra, xisûsyeta pirîmîtîv di xwe de diparast û teyrikên pîroz û heywanên din, bêguman dibûn armancek, hedefek ji bo pîrozkirinek duristtir, bêtir ji yên dawîyê, Merkûrîûs û Apollo.
Çavkanî: Livsmyter - Jîyana efsaneyan; rûpel, 98-99)
Gelek sal derbas bûn.
Hingê bavê wî şevekî di xewna xwe de leqay xortikekî dibe, yê ku “gotin digot, gotinên wilo sar weke keşemê”. “Tu diqehirî ji bo ku pore kurik spîçolkî ye û tevî ku ti bi xwe xwedîyê kurîşkê di rengê spîndarên zîvînî de ye.”
Bi rojê re, serê sibê ew bi artêşa xwe ve berê xwe da ber bi alîyê çîyayê Elbrûs ve. Wî zoq li jorê ber bi alîyê hêlîna Teyrê Sîmir de nihêrt, ya ku di nava ewrên ku ji ber tava rojê dibiriqîn de – û bêhûde ew li şivarêkekê gerîya. Ji ber ku ew çîyayê pîroz ne ji bo nigên însana ye. Wê demê ew Samê bi qudret kete xawrê nava xwelîyê ji bo Xwedê: “Wa Xwedayo, tu yê ku wî çîyayî ava kiriye û Teyrê Sîmir çêkiriye, şikir ji te re!” Wî gunehê xwe qebûl kir û daxwaza bexşandinê, efû kirinê kir û ji bo zarokên xwe dia kir. Û Xweda emir kir ku Teyrê Sîmir delalîkê xwe teslîm bike. Bi girîn kurik xwe bi perîkên baskên Teyrê Sîmir, yên germ ve dewisand: “Ax, ez ê çi bikim ji taca Kajanîderna li hemberî hêlîna te!” Lê Teyr xemgîn lê biaqil xeber da: Tu dixwazî ku hertim, di pêşerojê de jî, di bin hikimdarîya min de bimînî, wê demê dê tu ê rahêjî perîkekî ji baskê min. Wî pir baş veşêre! Lê gava ku tu têkevî pêsîrtengîyê, tengasîya herî xerab, dê tu wî perîkê min biavêjî ser agir. Wê gave ez ê weke ewrekî werim . . . Û dawîyê jî wî kurik bidîqet da ber singa xwe û xwe rakir ber perê asîman û xwe dîsan danî û lawik danî jêr li pêşberî bavê wî. Ew hikimdarê bi qudret bi hurmet bejna xwe tewand ji bo “şahê teyran” û bi poşmanî û bi saw li kurê xwe nêrî. “Wî dît, ku ew kur hêjayî tacekê bû” – serbixwe û serbilind, roj di wê awira tarî de, lê li ser milên wî ew porê sipî û pêlpêlî dadiket jêr.
Zal, kurê Teyrê Sîmir, yê bi kurîşkê sipî, mezin bû û bû zilam. Hingê, wî rojekê li banê serayê wê keça bedew, wê Rûdabêya şahane dît û evîndarî dest pê kir. Wê porê xwe yê dirêj û yê ku bêhna xweş jê difûrîya vekir û ew gulîyên reş digihêştin heta erdê û wê ew dawet kir ku ew bi gulîkekê ve hilkişe jor.
Kurê Zal û Rûdabe, Rostem, qehremanê qehremanan, dêwê dêwan bû, Herkulê Preşa (Med û Perşa). Deh jinên ku bikaribûna şîr bidana, lazim bûn ji bo wî zarokî. Di heşt salîya xwe de Rostem, ji bo çek bi kêr hatî û jêhatî bû û bihêz ew derkete hember bavê xwe û jê re got: “Ne ji bo şahîya û dawetan û ne jî, ji bo xewê û rehetîyê ez çêbûme. Ez doza, daxwaza zîn û hespê dikim û doza cilên şer û kumzirx, mîgferê dikim.” Ew Rostemê ciwan, yê xwedîyê rûyê bi hinarokên sor û kêfxweş, tirsa dilê ew devaerên (devaer, yên ku di Avesta de, ew weke Lanetî tên dîtin) enirî, û yê ku wek fîlekî bihêz, di nav hezar macerayan de û dijwarî û zehmetîyên mezin yên herkulî, di nav welatên ku di nav tirsê de û komên însanan, yên ecêb mayî, wî bi dil û can rêya xwe, rota xwe berdewam kir – ji toz û dûmana cengan bo konên hevrîşim û serayan, li wê derê zingîna stran û kilaman, şewq ji şerab sor diteyisî, “ya ku hêza şînê dişikîne” – û qehremanan vedixwar, vedixwarin û kêfxweş dibûn – cîhan di mij û dûmaneke pembe de dadiket xwarê û wan vedixwar û hîna jî dibişirîn, di nav doşekên bêhn xweş de.
Rostem Key Kawûs rakir ser text, şahekî xerîb û şewişî, yê ku hertim, car bi car di dû demên mezinahîyê û desthilatî û kêfxweşî de, berê xwe dida rêyên Ahrîman. Û Key Kawûs pir pesinê xwe bi textê xwe yê ji krîstal dida. Belaya qederê bi sandalên hevrîşim û bêdeng nêzîk dibû. Û wê gava ku qiral bawer dikir ku ew wek Xwedê ye, ew ruhê xerab di şiklê stranbêj de derdiket meydanê û li pêş textê wî û bi lêxistina lirê xwe re û bi tonên şadî stran gotin – li ser Mazenderan, ew welatê ku li wê derê gul ebedî kulîlk vedikin, anemor li çiyê geş dikin, li wê derê hertim hewa paqij e, li wê dera ku bilbil li ser daran distirên û şivirên mê, pezkovî li zinarên asê ecele dikin, li wê dera ku ava gulan ji kanîyan hindik hindik diherike û bêhna xweş xwe bi dizî dixe nav ruhê mirova. Welatî ku bi zêr neqişandî û bi hevrîşim nixumandî. Silav li te, welatê min! Ew strana ku bi dek û dolaban, bi xefik û fena tijî, qiral (Key Kawûs) cezb kir, wî xortikî ew dînî lê sor kir ku ew timaya wî welatî bike, ku çavên xwe bera wî welatî bide, yê ku di bin sêhrê de bû. Û Key Kawûs bi hîrehîr kirina hespan û bi dengê tûj û bişewat yê borîzanan bi rê ket. Ew kor bazda ber bi hilweşîna xwe ve, li paytexta Mazenderan, li wê dera ku jinên kole yên xweşik ku bi micewher, xişir û zûnetan xemilandî bûn û yên ku ji xwe re, rê li wan kolanê ecêb şahane û ecêb biheytehol vedikirin. Bacar ”dişibe perestgehekê, ya ku ji bo ahengê, şahîyê bi hevrîşim û bi gula hatibû xemilandin”. Û artêşa Îranê xwe xiste nav şerê ew welatê bîyanî û ew devaerên felaket. Şer û ceng kete nav deryayek ji qîr û ziftê. Wan di tarîtîyê de şer kir, ew di tarîtîyê de mirin, di tarîya Ehrîman de. Roja din, sibe hat, lê belê bêyî ku bibe ronahî ji bo çavên wan şervanan, ew çavên ku şewq têde nemayî. Qehremanên nemir di şer de bêçare û wek zarokan dihatin kuştin û temamê ew artêşa Îranê hêsîr diket û qiral jî hêsîr diket û xenîmet dihat talan kirin. Key Kawûs ”di bin hêstirên çavan de ji xwe re aqil digirt”.
Lê Rostem ji Îranê bi rê dikeve, ew di çolê de derbas dibe, li wê dera ku çivîk mirî diketin xwarê li ser ew qûma ku weke agir germ bû – wî ejderha kuşt, yê ku bêyî were nerhetkirin û yê ku bi qirnan hikimdarî kiribû, ew ê ecêb û felaket xeniqand, yê ku xwe li laşê, li bedena wî pêça bû, lê lefandibû weke girêkek kor – û ew bi xwe li wî karê xwe ecêbmayî ma. Şêrek çî ye ji bo Rostem, devayek, qûma çolê û pêlên behrê! Wî di gelî de nêçîr dikir, li wê derê, li ser xalîçke gulgulî danek xwarina şahane li ba qeraxa çem, li cîkî fetlonek hatibû raxistin – şirîna şerabê bû û şewq jê diteyisî ”weke xwîna kevokan” – û qehreman hespa xwe ya Rexş girêda. Wî lîra xwe da destê xwe û li wê çola bi sêhir sitran gotin: ”Ez, Rostem, ji heqê ewên xerab dertêm (li wan dixim); li her derê li benda min e ceng. Çol û çîyan bexçên min in, nêçîra pilinga daxwaz û hewesa min e . . . ” Ew ruhê xerab di şiklê jineke ku dilê mirov xweş dike de hat û li ba aletê wî yê lêxistinê, li ba lîrê wî vexwar. Û wî ji Xwedê re şikir kir – lê şerab, çem û ew newala hêşîn, ew hemû wenda bûn û ew dîsan bi tenê li wê çola ziwa rûniştî ma. Wî ew hespê xwe yê qerase; Rexş rakişand, yê ku bi tenê zora şêrekî dibir, di gelîyên kûr de, yên ku tu caran rûyê davê an jî tava hîvê nedîtibûn û di newalên serejêr de, ”li wê dera ku ew şênkayîya kevin ya ew axa kevnar ku ji nû ve ciwan dibû, xwe nû dikir û dibiriqî”. Wî bi tena serê xwe diwazdeh hezar devaer bêtesîr dikir û ”çîyan weke pelên sipîndaran dihejîyan”. Serê dijminan weke şûşe dihate şikandin, bi wan destên wî yên ecêb mezin. Wî serê devaeran ji agir kaş dikir û wan divirvirand, weke ku bi lêxistina mîrkutekî wek risasê giran û yê ku bi derbên xwe, di tevlîhevîya şer de derbên mirinê li neyaran dixist. Wî bi bi tenê bi cinê Sefîd re şer dikir, yê ku ew gewdê wî yê razayî newalek tijî dikir. Rostem pir dijwar bi kembera wî girt, temamê hêza xwe bi ser hev de civand û wî ber bi zinar ve virvirand, gurmînî ji serê wî çû, bi teqîn û qirçînê û car li dû carê wî li kevir xist, heta ku ruh jê çû.
Rostem Key Kawûs û artêşê rizgar kir. ”Roj li welatê devaeran çû ava (çira wan temirî).”
Dîsan bû sibe û cengawer derketin derve. Komên însanan yên bêdawî bi gurmîna dengê def û zirnan ve kişiyan ser qada şer ya nedûz û herikîn weke pêlên giran yên çemê Nîl. Qêrîna şer bi mîlan di nav toz û dûmanê de, ber bi asîmana ve bilin dibû. ”Erd dinalîya, peritandî û parçeparçebûyî ji ber êş û ezab.” Ber bi pêş ve diherikî ew artêşa qelebalix. Gurmegurma dengê borîzanan ji nava dilê çîyan dihat, tinge tinga saetan bû û artêş bi hev re ketin nav şer. Hewa tarî bû, ser rûyê erdê tarî bû, dinya bû wek şev, çirûskên mîrkut, gurz û şûran li hewa zîz dibûn, di çirisîn. Teyisîna riman di nav ewrên dûmanê de, gurmîna dengê defan û dengê piyên hespan, dengê bişewat yê bilûran, qêrîna siwaran, qîreqîra ew devaerên har – û giranîya hewayê, ya ji ber dûmanê, barana tîr û kevanan û qamçîyên bi daran ve. Bi pêlan xwîn di newalan de diherikî. Fîlan di avê de giran diçûn, yên ku barkirî bûn bi ”stûnên korallan (curekî kevirê behrê)”. Her ku diçû pêl hê bêtir bilind û mezin li hev diqelibîn. Kumên bi zirx û mîgfer ji ber derbên giran, yên gurz û mîrkutên ber bi erdê ve diketine xwar û digindirîn. ”Erd dişibiya wek zevîyek ji kulîlkên laleyên sor lêketî , lê belav kirî.” Lê wê gava ku perş hatin hember devaeran, ew ”qels û sivik bûn weke pelên çilmisî”. Rostem bi tena serê xwe ”wek giranîya zinaran daket” bi ser artêşa neyar de. Erd di bin simên hespa wî Rexş de dihejîya. Ew hilpekîya, bazda pêş, wî qêrîna xwe ya ku guhên mirovan qul dikir bilin kir û devaer bi ruhên ku tirs û bizdîn di xwe de hiskirî direvîyan. Fîlan, çîyayên ji cendekên mirovan vir de û wir de diqulibandin û digindirandin û ber bi peş ve diçûn. Di toz û dûmanê û di tevlîhevîya û di xirecira cengê de, ronî dibû, şewq didan alayên piçûk yên sêgoşe, yên şîn û sor û zer; yên perşa (Med û Perş). Qêrîna cengê dengvedida wek dengê pêlên firtona behrê, yên ku bi xezeb û xişm kel pê diket, difûrîya û dîsan kêm dibû û bi xişm û hêrs wê kafa xwe ya sipî ya wek berfê diavête der. – Di nava orta cengê de çavên Rostem bi qiralê Mazenderan diket, yê ku ji ber dûmana cengê nezelal xuya dikir. Û Rostem dengê xwe lê bilind dikir ”qêrînek lê veda, wek zîyakî, tîmsehekî ku bi xişm were xezebê”. Û qiral revîya. Erd û asîman di ewrekî ji dûmana cengê de wenda dibû. Hespên kefdayî weke qertelan difiriyan. Rostem li ser zîn, xwe ber bi pêş ve da, û wek bayê birûskê bi kembera dijmîn girt – lê ew qiralê ku di hukmê sêrê de jêhatî bû, di formê, di şiklê zinarekî de xwe avête ber nigên Rostem!
Serketin hatibû qezenc kirin.
Key Kawûs ji têkçûnên xwe aqil girtibû û welatê xwe bi hêz û kêfxweşî hukim kir, îdare kir. Û careke din jî nû de erd şîn dibû wek bexçê (Med û Perş) perşa. ”Hîva nû, hîva caredeşevî li ser Îranê bilind bû.”
Lê ronîya di ruhê şah de kêm û zêde dibû, weke ronahîya hîvê. Û Key Kawûs, yê ku rehetî û hizûr di dewleta, îqtîdara xwe ya dinyewî de nedît, bi dînîtîya xwe qerar da ku asîmana têxe bin destê xwe. Ew derket ser textê ji dara hampa (aloeträd) û zêr, û çar heb qertelên ecêb mezin, qerase û bihêz bi erebeya hespan ve girêda û text ber bi ewran ve bilind bû, hilkişîya. Hukimdarê dinyayê ber bi asîmana ve difire, ji bo ku bibihîz e, bê ka destûr û sozên wî, doktirîna wî li ba rojê hatine qebûl kirin. Lê Faytona (Faäton) (ereba hespa ya ku rojê dibe, dîrokî.) Perşa, Îranê qelibî xwarê ji textê xwe yê ku li hewa daleqandî bû – ew a ku li ser erdê hindik hejîya. Pêhlewanan bi gotinên dijwar; biaqiltî hînî mîrê xwe kirin.
Şahname pesinê nêçîr û macerayên xweş yê Rosten dide. Wî darek tevî kokê wê ji erdê dikşand, agir vêdixist, dadida û kerekî tam dibirajt û wî ew tev di carekê de dixwar ”bêyî ku girêkên hestîya û tevî mejîyên wan bihêle”. Û ew têr û bextewar radiza. Û dema ku mîrê wî di xew de xewn didît, hespê wî Rexş bi şêrê çolê re şer dikir û bi nigên xwe li leoparan dixist û wan diavête xwarê, ser erdê. Macerayên xweş yê Rostem li Tûran! Şerab, stran, qêrîna dengê kêfxweşîya ew kehremanên vexwarî ber bi asîmana ve, tev di rex hev re di zelalîya helbestê de, bi pêlên wekhev. Ew şovalîyeyên perşan, bi dengekî bilind bi gef û fortên Afrasîyab û bi artêşên tûranîyan dikenîyan. ”Parîyekî hazir, gepek, ji min re kodê heta kertê ji şeraba Sabûl tije bike!”
Tam di çaxê kêfxweşîyê de, trjedî xwe nêzîk dike. Di ser bexçên gulan de, yên bi xunav ve, bayê qederê yê xerabkirinê, xopankirinê diweşe. Fîrdewsî li ser ”Zohrab” (helbestan dinivîse) distirê, li ser Rostem, ji berê hê bêtir û pir bi hêz û şahane distirê, yê ku qederê hukim dabû ku ew kurê xwe bikuje. Li vê derê ew Fîrdewsîyê yextîyar, li ser kurê xwe bi xwe fikirî ye, yê ku rehmet kiribû? Ew mirovê mezin di şexsê Rostem de, dijwarîyên êş û jana xwe bi xwe dida der? Fikira qederê xwe, ya bêhêvî belav dike, wek hesinê giran û ker li ser diramê, bûyerê. Bi dengekî nizm ew tê bihîstin, hîn di destpêka gotinek zahirî de, kesereke bitesîr û bi qedera xwe rezî: Gava bayê payîzê porteqalek ku hîn negihaştî, kal ji darê diweşîne, tu, mirov ji ber wê yekê; wî neheq, neadil bi nav dike? Tu kes ji ber pêtî ji agir çûnê heyirî, ecêbmayî namîne. Agir dikuje, dişewitîne, heta tiştekî ku hê ew bikaribe bişewitîe, bikuje hebe. Mirin jî agirek e. Ew dikuje, heta tiştekî ku hê ew bikuje hebe . . .
Dîsan, careke din jî Şahname pesnê, methê zarokekî (di stran an jî helbestan de) dide, Zohrab, ew ê kêfxweş, yê ku qet, tu caran ne girîyabû, kurê Rostem, ew ê ”bi hêz û kûvî”, yê ku taca xwe ber bi ewran ve bilind kir û hê deh salî zora her mêrekî biribû. Têkoşerê cengê, Hakimî hirçê (dikaribû hirçê kontrol bike), bi wan milên qerase, yên bi hêza hirçekî, lê bi tav, bi roj, ji welatê xwe yê ku di bin şewqa rojê de. Nîvî Îndra û nîvî Tor.
Zohrab li hespekî digerîya, yê ku bi simên xwe çîya hûr hûrî dikir, tar û mar dikir, beza wek teyr û masî, bi hêz wek fîlekî. Lê temamê hespên Semenganê di bin giranîya wî de ketin xwarê. Di dawîyê de, li wê derê hespek derket pêş, ew ji esliê Rexş bû, ”gava ku wî simên xwe yê qerase hildipekand, wê gavê masî (gamasî) ditirsiya, yê ku dinya hildigirt”. Kurik ji kêfa re bi dengê bilind dikenîya û sorayî di hinarikên rûyê wî de zêde dibû. Wî zîn li hespê kir û ew lê siwar bû – û ”bilind bû wek çîyayê Bêsitûn ber bi asîmanan ve”.
Zohrab bi cesaretekî ecêb mezin dagirtî bû, xwedî cesaretekî mezin bû. Xewna wî xewna kurikê mektebê ye, di derheqê pevçûn, şer û li hev xistinê li ser qada, li ser cenga cîhanê. Û Zohrab ji bacarê xwe Semengan ber bi derve de bi rê ket, li wê dera ku ew lê mezin bibû, ber bi Îranî ve, bi alîyê welatê Rostem de, ji bo ku dewleta ew Key Kawûsê qels têkbibe, parçe parçe bike û bi hêza tûranîya, ew bavê ku wî qet ew nedîtîye, wî derxe, rake ser textê Îranê. Şêr, zîya û tîmseh direvîyan. Toz û dûman ew artêşa ku wek birûskê vedida, agir jê diçû, weke şevê ew dinixumand. Ew çekên zêrînî di dûmanê de diçirisîn ”mîna kukirdê ku ji asîmana bibare”. Û ew ciyê, ew welatê ku ew têde diçû, têde derbas dibû, ew der xera dibû, dibû wek çolekê. Qezenckirî, bi ser ketî ew kete nav Îranê. Di pêsîrtengîya, tengasîya herî giring de, Key Kawûs xeber şand pey Rostem. Lê Rostem bi hevalên xwe re vedixwar. Sê rojan wî vexwar, li ber stranên pir xweş. Ew bi vexwarinê şad bû û bû weke Xwedakî serbilind û serfîraz. Qiral, Key Kawûs zûbirgan li dû zûbirgan (qasid, kûrye) şand – û di dawîyê de, axirkê Rostem ji ser qedeha xwe ya rûbînî (ya ji kevirekî biha) rabû ser xwe.
Lê Key Kawûs bû wek pêtîyê agir, bixişm û xezeb li hemberî Rostem pêket, ew satrapê,mîrê hêremî yê bêfedî. Bi dijwarîyek herî sert wî fermna da Tûs ku ew wî perşê herî mezin bibin ber sêdarê, sêpîya îdamkirinê. Xweecibandî! Ew ê qerase sînora derbas dikir! Xezeba Rostem di sitranek bakîre de hatibû metih kirin, bê ew çawa bû ”di kûrahîya dilê xwe de kesirî, xemgin bû”. Mîna kurê Thetis, yê por xelek (Akîlle (Akilleshäl), yê ku niqteya wî ya zîz, niqteya wî ya hesas di panîya wî de bû û qehremanê yûnanîya yê herî navdar bû. Li gorî ku Homeros di Îlîaden de nivîsandîye; ew ji Xewdayê behrê Thetîs û ji qiralê myrmîderan Peleus çê bûye, peleus, yê ku bavê wî Aeacus û yê ku kurê Zeus bû), Rostem jî sade û saf e, belê, ji wî bêtir. Vê carê ew dilşikestî, rûmetşikestî bû, ew ê paqij û saf wek zaroka xemgîn bû û li ber ket, heta ber mirinê poşman bû. Û xwîn ji dilê wî yê zaroktî û mêrane û yê biêş dihat, însanî û Homerî. Wî xwest ku bi ufe kufê wî piçûk bixe û bi wî awayî xwe jî teselî bike, yê ku ew xemgînî dabû wî. Lê ew li hev hatin. Careke din jî Rostem çokên xwe tewand, ji bo ew qiralê ku wî ew hilkişandibû ser text.
”Lê wê gava ku roj ew perda tarîtîya şevê çirand”, şah destûr da ku artêş bi rê keve. Însan, hesp, fîl û konên pirreng û xweşreng li hawirdor û bi mîlan fireh û dirêj erd dinixumandin. Zohrab li cîyê ku neyar lê kamp dikir nihêrt, li ew konên qerase û yên ku ronahî didan, dibiriqîn – alayên sê koşe li ba dibûn, şêr û ejderha bi mirûzên qermiçî şer dikirin – li hawirdor siwar li hespên ereban, komên gur û qelebalix yên pehlewanan, bi zorê ji xwe re li hawidora hevrîşim rê vedikirin – û konekî ji qedîfe, û mîrek bi cilên bi şewqa zêrînî, yên ji mirwarî û yên ji hevrîşimê ku bi zêr neqişandî. Ew gazî hêsîrekî îranî dike, Hedşêr (Hedschir) û di derheqê navên qehremanan de pirsan jê dipirse. Hedşêr methê Guhderz û Gîw, Behram, Zal, Ferîbûrz (di – ”katalogek” mikemel ya qehremanan de) – lê wî Rostem eşkere nekir! Wî nexwest ku ew îranîyê herî mezin bi zarokekî re têkeve şer. Lê Zohrab ji alîyê hêzek mîstîk ve, dîsan û dîsan ber bi alîyê ew konê kesk, yê qerase de dihate kişandin. ”Ew gernasê ecêb mezin kî ye, yê di wî konê kesk de? Ew lehengê gelekî mezin kî ye? Rostem? Tu qet li ba gurmînîya cenga mêran mayî, te tu caran dengê simê hespan bihîstîye, tu, yê ku navê Rostem eşkere nakî, wê gava ku şervan tên metih kirin?” Lê hêsîr sira xwe neda der – ji ber hezkirin û dildarî bo Rostem. Welê bêhemd bi cî tîne yekî îranî fikira Ahrîman, yek ji heştê kurên ew ê kal û biaqil Guhderz, yek, yê ku dixwaze qederê girêde, zincîr bike, tê hikum kirin ku ew fermana qederê bi cî bîne.
Zohrab, ew dêwê çardeh salî, pir cesûr û serbilind û devliken, dibişirî, û kêfxweş bû ji bo lîstikê, Zohrab bi awayekî ku artêşa Îranê piçûk bibîne ajote ser wê: Ma mêrekî di nav artêşa Key Kawûs ya bêdawê de tune ye, ku ew bikaribe derkeve hemberî min, bi min re şer bike! Wê gavê ew ê qerase xwe ji binê konê xwe yê kesk çengî derve kir. Bav û kur di şer de hatin hember hev – kurik, lê sor kirî û bi piçûk xistinê, dagirtî bi heyrana ji bo xwe, pir zêde muştaq ku ew, wê dara kavin ya ku ber bi asîma ve bilind bû, bîne xwarê. Lê Rostem bi meraq û şaşmayî û bi dilovanî li zarok mêze kir. Li pêşberî Zohrab, Rostem dibe zilamek. Têkoşerê bi hêza fîl û bi ruhî zarokî bitecrûbe dibe, digihêje û biaqil dibe. Ji bo fort û pesin dana kurik, ya mîna zaroka, ew sakîn bersîv dide, ew ê ku tu caran zordestî lê nehatîye kirin, zora wî qet nehatîye birin, bi xemgînî û keser û bi cidîyeta mêrane û dengekî kûr di binê gotinên Rostem de.
Dilê Zohrab piçekî lêdixe: Bibêje, tu Rostem î ? Di cîhanê de yekî weke te nîne . . . Lê Rostem, yê ku qederê ew mecbûr kiribû, wê yekê înkar dike.
Ew bi hev ketin û terîşên riman li hewa firiyan, wan rahiştin şûran û agir ji şûrên wan diçû. Îcar, vêcarê wan mîrkut û gurzên xwe yên giran rakirin – hespên wan li viyalî û li wiyalî di bin wan de xwar dibûn, ditewîyan û diteyisîn, dar û rimên wan ditewîyan . . . Ew şipya li ser nigan sekinîn, bêyî ku ew bikaribin xwe bilibitînin, bêhal westîyayî û bêhêz, ser lêvên wan tijî dûman. – Û Rostem xemgîn û biendîşe ponijî, kûr fikirî. Wê demê wî his kir ku; ji bo zarokekî manewîyat dadikeve, kêm dibe? Lê Zohrab berdewam kir ku mîna zaroka û bêrehm, di derheqê yextîyarîyê de dike qêrîn, ya ku tu caran nikare li hemberî hêza bêsînor, ya xortan bisekine. ”Rexş ji min re weke kerekî dixuye!” Rostem bi kembera Zohrab girt, Rostem, yê ku çîya divirvirand, lê Zohrab înçekî (du, sê santîm) jî ji cyê xwe neşewişî, nehejîya. Wî dev jê berdida, ”weke ku çîya ji ber bayê bilerize, biheje”.
Rostem di dû şerê xwe de, bi hisên giran ew şeva ku tijî bû bi êş û ezab raneket. Fikirên zinarê bisaw yê qezaya qedera wî, dîsan û dîsan, careke din ji nû ve diçûn û dihatin. Bêyî ku guman bike, wî his kir. Min zora şêr û zîya, tîmsehan dibir, li wan dixist. Min dîwarê qerase bi destên xwe xera dikir, dixist xwarê. Her yek ê ku nigê xwe deyne li ser qulpa zîn, dîsa jî herûher ew li derîyê mirinê dixe. Cemşîd, yê ku li cîhanê hikum dikir, mir, ew Tahmurayê mezin jî koç kir. Qiralên mezin divê ku qet, tu caran peyda nebin ku li cîhanê hukim bikin, îdare bikin, ji ber ku dîsan jî, ew mecbûrî mirinê ne.
Li ber lêxistina ud û li ba qedeha şerabê, di eynî şevê de Zohrab methê qehreman da, yê ku li benda cenga birojê bû.
Ew di nav ewrekî pir xurt yê ji dûmanê de hatin hemberî hev û bi xişm û xezeb û di şînê de şer kirin û heta ku hê jî, ew wexta ku gurz û rim herî pir li hewa difiriyan, dibariyan û diketin xwarê, ew Zohrabê şerxwaz ji, meraqek û sistbûnek û bêrîkirina bo hizûr û bêdengîyê his kir: ”Navê xwe ji min re bibêje! Tu Rostam î ? Navê xwe ji min re bêje û bihêle ku ez evîn û dildarîya xwe eşkere bikim, nîşan bidim.” Lê Rostem dengê xwe nekir.
Ji sibê hetanî êvarê wan li hevûdu xistin, bi hev re şer kirin, ji dilopên xwînê şil û pil û ji xwêdanê şil û şip. Ew ketin pêxêra hev, ketin ber singa hev, hevûdu himbêzkirin, ya ku dê ew bikaribya ku çîya parçeparçe bikra – û Rostem dikeve xwarê ! Ew ê qerase diqelibe û dikeve erdê, nava dûmanê û nav xwelî û tozê û Zohrab xencerê xwe dikşîne li ser serê wî. Wê gavê Rostem bang dike: Li gorî qanûnên, qaîde û adetên Perşa, yên cengê tev bigere, îtaat bike! Min nekuj e, berî ku tu careke din jî min bavêjî erdê! Û ew zarokê qenc û dilovan ji wê xapê bawer dike. Gernasê rastîyê bi derewekê jîyana xwe xelas dike. Şaîr bi gotinekê tenê rexne lê lê nagre. Rostem, ji ber wê yekê, pir zêde cezayê xwe dikşîne. Lê belê kontirastek, dijîtîyek tirajedîyek biendîşe rû dide, dertê der, yextiyarî, ya ku naxwaze ku ew bimre û xemsarî û bêberpirsîyarîya xortanîyê ya hêja û hostetîya mezin.
Lê di dû wê cenga dijwar ya birojê de, Rostem dikeve ber diayan bo ew ê herî jor, bo Xwedê. Wî daxwaza hêza xortanîya xwe ya ewil kir û diaya wî tê qebûlkirin.
”Şeveqê şûrê xwe yê zêrînî kişand, roj hilat.” Ew dîsan hatin hemberî hev, dest bi şer kirin. Lê belê qederê destê Zohrab felc kir û Rostem milê xwe bilind kir ”ji bo ku ew li tîmseh bixe û wî bavêje ser erdê”. Wî bi paşstuyê kurik ya qerase girt, ”pişta wî şikand, weke ku ew zilekê bişkîne” û şûrê xwe di dilê wî de, virde û wirde bada.
Zohrab ”ji kûr ve û giran axîn kişand” û xwe di êş û ezab de bada û zîvirand, lê hîna jî xeber dida: ”Evêya qederk e, min ji bo xwe hilbijart. Min bixwe kilîda derîyê mirinê xiste destê te. Lê belê bizanibe – eger ku tu wek masî ji nav pêlan derkevî, ger tu ji stêrkan jî zûtir bifirî, eger ku tu rojê jî ji cîyê wê kaş bikî – dîsa jî dê tu ji heyfa bavê min ya ecêb xelas nebî ! Yek ji wanê mezin dê xeberê bigihêjîne Rostem, ku te kurê wî, yê tikîtenê kuşt, yê ku derket rê ji bo ku bavê xwe bibîne . . . ”
Wê gavê dinya li ber çavê bavê wî tarî bû. Bêruh, bêjîn û tevizî ew ê qerase li ser erdê ket xwarê. ”Axîn kişandinek bêhis” mina pêlan ji singa Rostem derdiket. Lê Zohrab sakîn xeber dida. Wî artêşa xwe sipart bavê xwe û serbilind xwe li ber biryara qederê tewand. ”Ez hatim wek birûsk û zû dûr dibim weke ba.” Lê bavê wî bi destê xwe mezelê xwe kola, li wê erda biber, ya ku bi pihînên bişid hatibû bilind kirin. Hêstirên çavên wî hinarokên rûyê wî şûşte, wî gilî, gazin û îtîrazên xwe bilind kir ”wek şeqe teqa gurmîna birûskê”.
Rostem, tu, yê ku qehremanê qehremanan bû, tu, yê ku cîhanek bi soz, teqdîr û pesinê xwe dadigirt, herweha ji bo te jî dê qedeh hetanî kertê bi ”jehra qederê” bê dagirtin! Niha tu giran li ser ew erda bixwîn bi rê de diçî, toz û xwelî pêwerkirî, bi cilên çirandî û qetandî. Aniha tu birînekê hildigrî, dikşînî, ya ku bi tenê şûrê te bi xwe dikaribû wê singa xurt û hişk qul bike. Konê hevrîşim, ew ala û beyreqên pirreng û xweşreng şewitîn û bûn arî. Zingînî ji ”qêrîna gazin û lomên” Rostem dihat. Şervan û cengawer li hev civiyan, dijwar xemgîn û liberketî. Ew li ser toz û dûmanê rûniştin û bi ew ê hejar re; nerm, bidîqet dostane û bi dilovanî peyivîn. Lê Rostem wan ne dibihîst, li wan guhdarî nekir.
Welê qeder bo te bi xwe re tîne, hem tac û hem jî xelek û hevsar, xelek û hevsar, yên ku şadî û kêfxweşîya te di rev û firarkirinê de zevt dike, tacê îkramî te dike û text serûbinî hevdu dike. Hîn jî tu şîna dewrana cîhanê dikî?
Ew dêwê şikestî, birîndar êş û jana xwe ya dêwane, qerase diqêre, birîna di kûrahiya hundirê xwe de, di kûrahiya ruhê xwe de, dide der – û ji nû ve xwîn ji wê tê. Toz û dûman pêwerkirî, korbûyî ji ber hêstirê çavan û êş û ezab, bavê wî beraday beraday li nav cenagawerên xemgîn û biendîşe digere. Dîsan û dîsan, car li dû carê Rostem laşê ew ê mirî tîne û radije wî û hildigre û diçe li pêşberî kalê bavê xwe û rûyê kurik yê şahane dinixumîne. Şervanên pîr û kal li ser kurik digrîn û zingîna qêrîn û hewara Rostem ji nû ve bilind dibe. Dayika Zohrab ew hespa kurê xwe yê hezkirî maçî dike. Ew mêrê xwe bi hêstirên çavan şil dike û serê xwe ber bi simê hespê ve ditewîne.
Mirina Zohrab pilana Ahrîman bû; ku ji hundir ve ew Rostemê mezin parçeparçe bike, yê ku tu artêşên tûranîyan nikaribûn, ku zora wî bibin. Û Rostem hate tewandin, serî danî , lê belê dîsan sere xwe rakir.
Mirov wilo bawer dike ku bênavbir û bêrawestan meriv tê zîrweya helbestê. Ji nû ve zîrweyên nû û dîsan zîrweyên nû nêzîk dibin. Helbesta li ser Sîyaweş. Di derheqê Sîyaweş de, li harema bêhnxweş, ya bavê xwe Kawûs, li wê dera ku jinên kole yên xweşik û yên ku bi mîrwar û elmasan xemilandî û safran, zahferan li ser xelekên porê wî û awirên bizotî didan dû rêya wî, li pişt perdê tenik yên ji hevrîşimê çînîya, zingînî û tingînî ji ûd û cumbuşan dihat û şire şira şerabê û li wê dera ku jina bavê wî, ya ku bi mucewher û elmasan xemilandî, di nav şewqa rengan de, yên kesk, şîn, sor û yê zêrînî û yên ku bêhna xweş jê wan difûrîya, wê ew ê hezkirî (Sûyaweş) bi singa xwe ve didewisand, bi ramûsanên zêdetir bişewat, ji yên dayikî. Ew Hîppolytosê ciwan di wê odeya bi heytehol û xemilandî û wek pêtî, ya Phaîdras de, Josef û jina Potîfars. ”Tu caran bawerîya xwe bi jinan neyn e”, dibêje, li vê derê, ew şaîrê welatên rojhilat, weke ku di Hezar û yek şevê de jî. – Lê sitrana di derheqê, bê Sîyaweş çawa di nav agir de derbas dibe, xwedîyê hêzek bitesîr nedîtî û şahane ye. Xelk bêhnçikîyayî sekinî ye, di nava hêstirên çavan de, li derûdora koma agirê êzinga. Ew kumzirxê zêrînî, ew hespa wek komirê reş di nava qirçeqirça, pêl û pêtîyên agirê har de dihat daqurtandin. Xişexiş û qirçeqirça agir e, erd wek asîman şewq dide. Niha Sîyaweş mirî ye! Wî mîrwarîyan bi serê xwe de newerkiribû, bi mîrwarîyan serê xwe ne xemilandibû. – bi kamfer (darek ku bêhna xweş dide), weke ku jînê bi ser ew ên mirî de bireşîne, pêwerke . . . Xelk diqêre – û lê binêre, li wê derê binêre! Li wê derê hespa wî ya çirisandî li ser pêtî û pêlên agir direqise, dans dike! Binêre, li wira ew ji nav agir derdikeve – ”bi lêvên bişirî û bi hinarokên pembe yên rû”. ”Cilên wî sipî ne, weke kulîlkên sosin û zembeqan.” Ne takî bi tenê jî, ji mûyên pirça hespê wî bi xwêdan bû, ew hespê wî yê di rengê reşê ebenholtsî (dara ebenholtê; textê ji wê darê, pir hişk û giran û di rengê reşê kahwerengî de ye û zemanê berê ew bi piranî ji bo tiştên xemlê û ji bo enstruman, aletê muzîkê û hwd dihat bi kar anîn) de.
Lê sitrana di derheqê têkçûna Sîyaweş de, belkî jî ya herî bilind e, di Şahnamê de. Sîyaweş Îredşahê din yê duyemîn e, lê belê ji wî mezintir, navdartir e, bêguneh li ser textê qederê, yê serjêkirinê hate qurban kirin. Kurê Kawûs derdikeve ser rê û berê xwe dide Tûran. ”Ew artêşa pir qelebalix, nezelal lê pir xweş, şahane xuya dikir, weke gava ku mêrgên gul û kulîlkan li pêşberî asîmanê biharê.” Lê Afrasîyab, ji ber xewnek felaket tirsîya û dixwest ku ji qedera xwe xelas bibe – û ew wê yekê, bi singa xwe ya vekirî teşwîq dike. Ew îranîya dawetî aramî û lihevduhatinê dike û sed heb ji tûranîyên herî payebilind, wezîfebilind weke rehîne ji wan re dişîne. Kawûs emrî kurê xwe dike, ku ew, ewên herî gernas yên di destê xwe de, yên li ba xwe bikuje. Lê Sîyaweş bi dilxweşî tac û textê xwe feda dike. Ji heyfa, tola bavê xwe ya bixof dûr, ew ji xwe re li ba mîrê ku dijmin e, li sitarekê digere, ji yên xwe bi dûr, ji wan wê de, firar dike direve û bi alî welatên Turs yên lahnetî de diçe. Û Afrasîyab xêrhatina ew ê çelen dike, ew Sîyaweşê ku mirov nikaribû xwe li ber hijmet û cezba wî ragirta, weke kurekî xwe yê delalî. Aramî û hizûr hatibû qezenc kirin. Aşîtî û aramî hat dinyayê. Gur û mî dê bi hev re biçêrin. Silav li te, ez te pîroz dikim Sîyaweş, tuyî zincîra dostanîyê, ya navbera Tûran û Îran!
Wê gava ku Sîyaweş kete hundirê qesrê, ya ku wî wek diyarî sitendibû, ”banê qesrê ji serfîrazî xwe heta ba Satûrnûs bilind kir”. Lê ewê şad giriya, ji ber heytehola û sipehîtîya rakêş û kêfxweşîya li welatê neyar. Ew li ser kêfxweşîya li Zabûl (Sabul) fikirî, di derheqê şahî û ahengên Rostem de, li hevalên xwe yên li Îranê . . . Lê qiral fikirên Sîyaweş yên xemgîn di şerabê de fetisandin. Gava ku şevê xwe hazir dikir ku xwe bavêje raserî koşikê, bibe tarî, ew Afrasîyabê tarî (reş), şîyar û xwe dirêj kiribû ji ber hezkirina bo wî ciwanmêrê ji Îranê. Ew yekî tikîtenê bu ku Afrasîyab jê hezkir. Wexta ku ew nêzîk bû, ”qiral bişirandî xuya dikir”. Wî bi sedaqet xemgînîyên qiral par ve dikir – û wek ku çawa kêfxweşîyên qiral, herweha xezîneyên wî jî. Û wexta ku bişevê xew dihat bo nazbalîfê Afrasîyab, Ahrîman ji mîr û ji rojê, bi bişirandinekê û bi pistepistekê xatir dixwest: ”Sîyaweş.” Sal zû derbas dibûn. Wan nêçîr kir, vexwarin, wan ji jîyanê zewq sitendin. Sîyaweş bi qîza Afrasîyab re zewicî. ”Bû zingezinga ûd û cumbuşa, dengê sitranan bilind dibû; ne însan û ne jî çivîk û teyrik wê şevê raketin, belê, tew masîyên di binê deryayê de jî raneketin.” Lê keserên Sîyaweş xwe bêdeng û sakîn di nav muzîkê de û di nav kêfxweşîya berbûrîyan û mêvanan didan der. Ew ê şad û bextawer bêrîya malê dikir. Wî bêrîya Rostem dikir, ku ew bikaribe careke din jî wî bibîne, wî temaşe bike, ”tîrêjên tava roja biharê” li raserî Îranê û Behram û Gîw û Zenge û Zal. Lê wezîr Pîran, qedera Sîyaweş girêda, nîşan da. Xezîne diçirisîn, kêfxweşî dibişirî – tevî guman û hisên Sîyaweş û tevî mixalefeta astrologên Afrasîyab jî.
Sîyaweş qesra xwe ya şahane li ser sitûnên pir narîn û xweşik û li ser bilindîya çîyayê Gangdîs ava kir, wek cinetek. Tîrêjên ji şewqa ava kanîyan di nava gulên geş de diçirisîn, darên ceder (dareke ku textên wê pir biqîmet in, darên ceder (şiklek ji darê çama) yên Libnanî zemanê berê pir menşûr bûn), darên cypressa (dareke bilind û ya ku fêkî jî digre), ew keskahîya herî nermik ya ku ber bi çîyê ve hilketî, cok, cihik û kanî, yên ku di gul û kulilkan de nixumandî, dixulxulîn, distiran. Birc ber bi asîmana ve bilind dibû, qubên wan diçirisîn. Baskên rengareng yên teyrikan, li ser çuqlîyên, gulîyên dara, di nava pelan de şewq didan, diçirisîn û heywanên kedîkirî, nêçîrkirî ji xwe re bi zorê rê vedikirin, xwe di ber hev radikirin. . . Sîyaweş di cineta xwe de kete xewa kûr, ya zivistanê ”weke ew ewlîyayê, ew firişte, ew melekê Serûj”. ”Lê di mala xwe ya kêfê de, ya ku wî ew pir zengîn raxistî û xemilandibû, lê dîsan jî gelek caran Sîyaweş, ji ber bêhêvî tîyê û xemgînîyê, wî eş, jan û ezab dikşand.”
Helbest, ew helbesta bêdeng û sakîn, wek quma zêr diçirise, dibiriqe, şewq dide. Birilyant û elmas, şûrên hîndîstanî, qumaş û cawên çînî, “û tiştên ku kêm peyda dibin”. Helbestvan, şaîr nabetile, tiştek têra wî nake. Ew ê cinetî, zewq destine ku teswîra cinetê bike – eger ku ew yeka dinyewî be jî. Lê xwendevan sakîn li wan lodên, li wan komên xezînên efsanewî û şahane dinêrin û piçekî jî bi awirên Sîyaweş bi xwe û ew dizanin, ku ew a herî hêja, herî bilind di wê helbestê,di wê efsanê de, ne ew sipehîtî û ne ew dilkêşî û şewq e û ne jî ew çirisandina e, ya ku ew rave dike, teswîr dike.
Bi awayekî xewnane, dûrî aqilan û şahane û bi ruhekî kamil û hunerî salox dide behs dike Fîrdewsî, bê çawa felaket, qeza nêzîk dibe, bê çawa birê qiral Gerşasp (Gersîwes), ji çavnebarî û ji hesûdî û ji bexîlî helwesteke negativ, helwesteke nebaş, neyînî nîşan dide, bê çawa çavnebarîya Gerşasp dibe sedema mirina Sîyaweş. Li Gangdîs Sîyaweş ji “bavê” xwe dûr bû, cihê bû. Lê wê gava ku Afrasîyab nameya wî, ya ku bêhna gula jê dihat xwend, “wê gave ew bişirî”, yê ku hîna jî wî ew hezkiriyê, ew delalîkê xwe didît. Gerşasp dît ku ew dibişire û hest û hisên wî bi jehrê hatin dagirtin. Ew saeten şevê giran giran, hêdî hêdî ber bi dawê de diçûn, “wî weke mar xwe li hevdu badida” û planê xwe yê xerab hazi dikir. Ew li bendî fersenda xwe bû û “bi dek û dolaban, wî qiral xiste tora wê peyva xapînok”, wî evîn kuşt, hêdî hêdî, bidîqet, û wî nefret û kîn peyda kir. Bêçare ji bo teslîmbûnê û bi bêgunehîya, bi bê masûmyeta xwe piştrast, emîn, li benda qedera xwe bû Sîyaweş. Gerşasp fen li dû fenê, dek û dolab li dû dek û dolabê û xelekên xefikê dihûna, pilan dikir. Gava ku xelekên zincîrê amade ne, Sîyaweş xatira ji Gangdîs dixwaze, ji cineta xwe ya dinyewî û ew awira zelal berê xwe dide ber bi pêş ve, ber bi demê ku dê bên, fikirên xwe, kehanetên xwe yên di derheqê cengên ecêb û bisaw de, di bêdengî û aramîyek bilindkirî de dide zanîn, li ser hyefhilanîna kuştina Sîyaweş, li ser Key Xusre (Chosrus), kurik, ew, yê ku dê hertiştî telafî bike. Bêyî ku şûr ji kalan bikşîne ew leqay artêşê dibe û dihêle ku ew were girtin. Ew, yê ku bavê wî bû, fermana mirina wî dide – tevî ku şervanên tûranîyan tika dikin, rica dikin: “Ewîyê hêja nekujin! Ewê ehlê we, xizmê we li ser bigrîn. Belê, tac û text jî dê li ser Sîyaweş bigrîn!” – Lê belê ew ê ku di qedera wî de têkçûn hatibû nivisîn, tevî li wê lidijderketinê jî, têkçûna wî ya diramatîk nêzîk dibû. Tevî kehanetên bi hêza încîlî, îqazkirin û hişyarî, gotinên ji agir û hesin, his, hay û guman, dia û nîyaz, û hêstirên çavan – tevî hemû tiştî. Derewên herî xerab, peyvên herî hêja dihatin guhertin, weke derbên şûr, li ser mirina Sîyaweş. Perda, xêlîya pêşerojê li alîyekî tê danîn – ew a dê bê, ew heyf hilanîna ecêb, felaket, Rostem, Guhderz, Behram, Gîw, şiklên cengawerên îranî, nezelal xuya dikirin, weke dêwên eciz, dilteng û tehdîtkar ji mij û dûmana pêşerojê. Bêhûde, bêfeyde!
Sîyaweş dibin ser mêrgekê û Gerwî serê wî jêdike.
Lê wê gava ku ew xwîna bêguneh hate rijandin û dilop dikir li ser giyayê û wê bi rengê xwe sor dikir, nebatek nenas ji erdê şîn dibû, derdiket, bi kulîlkên herî xweşik yên di rengê purpur (rengekî sor yê binefşî û mor û yê ku zemanê berê, ji qalikê şeytanokan çêdikirin) de. “Xwîna Sîyaweş” wek kulîlk, wek çîçek hate bi nav kirin.
Kehaneta Sîyaweş dest pê dike û ber bi encama dawî ve diçe, diqede, bi dawî dibe. Kurik, yê ku heyfê distîne çêdibe, ji dayik dibe. Şaîr besnê şeva ji dayikbûna Key Xusre, di rêzên helbesta xwe de dide, li wê derê her gotinek mezinîya manewî ye, mezinîya rûhanî ye.
Kurê keya, kurê qiral di nava şivanan de, li çolê mezin dibe. Di zarokyîya xwe de, ew bi mêvanî çûbû Gangdis. Şekirok (nebatekî bejî û bi pelên bi dirî) û sitirîn çêdibûn, li wî cîyê ku gulan bêhn dida. Lê xwîna Sîyaweş bibû wek dareke pir mezin û bilind. Li sr pelên wê, resimê ewê ku hatibû kuştin lê bû. “Bêhna xweş û şêrîn jê difûrîya, wek evînê. Di bin gulbend û tacenûra wê ya ebedî kesk de, mirov komên civiyay, yên mêr û jinên şîngirtî, şînî didît û yên ku pistepista wan bû û dia dikirin ji bo Sîyaweş - - -“
Zelalîya helbestê, paqijî û cezb, mezinahî û bilindîya diramê, sikûnet û aramî (kontemplation), keser û xemgînî, hemû, hertişt ew hunera herî bilind e. Dirama di derheqê Zohrab de, xwedîyê karaktera cengewera ne, ew diqîre, ew êrîş dike. Dirama li ser Sîyaweş, xwedîyê karakterê qehremanê xwe ye – û bêdeng keser dikşîne. Nixumandî, hêdî hêdî xem û hizin, trajedî bi ewlehîyek bisaw, bi rêkûpêk û ecêb nêzîk dibe, ya ku dê neyê guhertin. Zincîr û xeleka, çembera jîyanê bi hevdu re li hawirdora Sîyaweş e. Avahîya, xanîyê qederê giran giran xwe bi ser serê wî de wek koma, wek loda bilind dike, bi awayekî ecêb saxlem, kevir di hevdû de hatine bi cî kirin, di hev de hatine hûnandin. “Întîbayek wilo bi miraov re çêdibe ku, weke ku mirov bibihîze, ku pîrika qederê tevna xwe dihûne” di bin sîya bexçên gulan de. Bi rêya muzîkê, sipehîtîya rakêş, dîwarên ecêb û bisaw yên hepsa qederê, şadîyek nezelal nîşaî Sîyaweş dida – û dîsan wan jibîr dike, vedixwe û zewq distîne, lê ji nû ve wan dibîne, bi bilind bûna zelalîyekê, û dibîne, bê çawa ew mezin bûn . . . Lî wê derê, endîşe, tirs û guman bilind dibe – weke ku bi gelekên caran welê di Şahnamê de – fikira qederê bo xopankirinek mezintir. Lê wê gava ku dirama bi dawî dibe, dibe vize viza, xişîna bayekî xemgîn li ser taca Sîyaweş î bixwîn, ya di nav şênkayîyê de. Û ewêya, weke ku şênkayîya erdê bêhna xwe ya xweş û balsamî distend û difûrand ser şiîrê, helbestê. Sitran biçekî jî, ji sî û bilindahîya darê û aramîyê ye – bi xet û şerîdên bi rengê kulîlkên xweşik yên pûrpûr. Sîyaweş wek ewlîyakî çû ser dilovanîya xwe, “weke ew melekê salih Serûj”. Şiîr Bi bilindahîyek asîmanî, xwedayî, bîranîna wî pîroz dike. Dewlemendîya jîyanê, cineta bihara, dostanîya ew mîrê ciwan û qiral, nefret, bêbextîya li ser ew Sîyaweşê sipîçolkî (yê ku zer bibû) – her tişt di harmonîyek mezin de û bi hev re hatibû helandin, bi tesîrek û bi bedewîyek kilasîk.
Û helbestên Şahnamê diherikin, bêyî ku tu caran di lez û beza wan û di çirisandina wan de kêmbûnek çêbibe. Li ser kurê Sîyaweş, Fîrûd, yê ku qederê wî bi birinek zû ceza kir, li ew keleha ku hatibû êrîş kirin, ya li ser serê zinar. Yên bi ser ketî hatin. Wan ew Fîrûdê sipîçolkî, zermihî di nav xirbê wê keleha ku bi temamî hatibû hilweşandin û hûr hûrî kirî de dîtin. “Ruhê wî pêre pêre bi bayê re firîyabû”. Li ber nigê text diya wî bi xencerek di dil de, li ser erdê dirêjkirî bû. Qehreman bêdeng li derûdora darbestê diciviyan. Wan li Fîrûd dinêrin. Wê demê “ji wan tirê ku ew ji nû ve Sîyaweş dibînin, yê ku di nav cilên xwe yên resmî û bi çek de”. Û Gîw, yê ku kurekî wî bi tenê heye û Guhderz, bavê wan heşt kuran, herduyan jî keser kişandin û hêstir rijandin li ser ew Fîrudê ciwan. Behram xwe li ser darbestê bihurmet ditewîne û herweha ewê kûvî û hov Tûs jî çavê xwe ji hêstira şil dike- -
Xwendevan rê dide, dihêle ku kitêb dakeve û ji xwe re dibêje, ku ew tirajîk, xem û hizin di temamê zemanan de û li herderê weke hev e. Ew ji bo guhê hundirê xwe şiîrek din dibihîze:
>>Men Vegesack prisade livets vår
Lê Vegesack methê bihara jîyanê dida
Och Adlercreutz smekte den bleknades bår
Û Aldercreutz dest li ser darbesta ewê zermihî (sipîçolkî) digerand
Och ur Drufwa såg man pressas
Û mirov didît ji tirî dihate hesirandin
Rart vin – en stor, klar tår
Xweş şerab – dilopek zelal, yek mezin - >>
Şah-name pesinê wê cenga pir mezin û bêdawî ya Key Xusreyê jîr û biaqil, kurê Sîyaweş, li dijî Tûran dide, wê tengasî û xizanîya herî mezin û cenga Rostem ya çilrojî. Wî welat rizgar kir – û ji xwe re li erdê rûnişt û li ser wê îcada, wê berhema xwe raza. Lê ew devaerên hêrsbûyî û qehirî ew Rostemê razayî ji erdê hildidin û ew, wî qehremanî divirvirînin davêjin nava behrê. Di nava pêlan de Rostem şîyar dibe û bi milekî xwe sobarî dike, milê biedele û bi yê din, bi şûr li derûdorê xwe li dijî efrîtên behrê şer dike û xwe xelas dike.
Ji temamê ew helbestên, sitranên şahane, yên ku hîn jî misêwa û bi lez derbas dibin, tu yek welê ne bişahî, biaheng e, welê bi xunav û teze û paqij wek sitrana li ser ”Bîjen û Menîce” (Bischen û Menische), ”tijî bi dek û dolab û evîn, ceng û efsûngerî, sêhebazî ”. Ev sitran xwedîyê parçeyekî destpêkê ye, ya ku aîdî ew ên herî bitesîrin, yên ku Fîrdewsî afirandîye, çêkiriye. Ew teswîra ”şeveke reş û tarî dike, wê dema ku tu sitêrk li asîmana ne geş bûn, di xew de bûn, wê gava ku quba asîman weke hesinekî zingarî bû, ya ku bi reş boyxkirî bû, reşkirî bû, wê dema ku ji her derê Ahrîman pitepit, tinaz û mizmiz dikir, weke ejderha û bi devê vekirî. Însanan xwe dirêj kiribûn û raketibûn weke ker û Koran. Dinya ji xwe bi xwe ditirsîya. Dergevanan hiştin ku zengil bêdeng bin, qîjeqîj ji çivîkan dernediket, ji tu heywanan tu deng dernediket, wilo xuya dikir ku weke ku zimanê zeman; ji bo hertim lal, bêziman û bêdeng bibû. ”Wê gavê min tirs û dehşet his kir ji bo bêdengîya erd û asîman û bangî xwe kir; delalîkê min, cananê min. ”Qedeha xwe dagre”, wî gote ji min re, ”û guhdarî bike, bê ez ê çi bibêjim ji te re! Ew ji kitêbek kevin hatîye girtin . . . ”Derîyê çîroka Bîjen tê vekirin – li ber lêxistina ûd, ”fêkî û şeraba mîrî”. Li ser şahî û ahengên şahane û kirinên xweş, dîlawer û qehremanî, di derheqê cengawerên ciwan de, yên ku vedixun û bi cesaretê zaroktî ceng dikin û bi kêfxweşîya, cezbkirinek nezanî ya zaroktî. Sitrana li ser Bîjen xwedîyê eslekî, kokek teze û paqij e, ya ku hiş ji serê mirov dibe. Li wê derê ew şaîrê yextîyar û kal, xort e. Xort wek xelatek, dayinek Xwedê ya ebedî, ciwan mina cinetê, ya ku navê xwe dabû wî, weke ew darûberê cinetî, li wî cihê ku Bîjen li Menîce temaşe dike – ”li wê dera ku darbend xwe di bin giranîya sosin û zembeqan de ditewînin”, lale dibiriqin, bêhna xweş ji kulilkên cejna Xemşînê (cejna xiristîyanan ya heft hefteyan piştî hêkesorê) difûre. ”Bilbil xweş li bilûrê dixe, distirê, li bin sîya darên Cypressa û bêhna gulan belav dibe li ber pêlên bayê, yên xulmaş.”Bibîz e, ew ji niha ve Hafiz e û welatê bextewarîyê, yê romantîk! Li nav kulîlk û gulên li ser mêrgan, derdikevin ew porê, ew gulîyên nixumandî, yên reş û xweş ên zirav û narîn û yên ku bêhna miskê ji wan difûre, ew çavên reş mirov dişewitînin û dihelînin. Bîjen ”wek gulekê sor dibe”. Kurê perîyê weke sitêrka Suheyl (Soheîl) xweşik e,” ew memikên mezin, yên di hevrîşim de nixumandî, ”hinarikên rûyê wê sipî weke yasemîn”. ”Bîjen û Menîce”, ew a ya dirêj e, ya ku bihara helbestên Fîrdewsî ye – li ber tonên harpa yên lerzok, li ber lêxistina ûd, li ber ekîbê, taximê bihewes, ”li ber şeraba kevin, ya di qedehên krîstal de”.
Gava ku Menîce Bîjenê îranî di xew radike û wî, razayî dibe malê, cem qesra bavê xwe Afrasîyab, bo evînek di bin sîya bivirê devpahn de, bêhneke lewaz ji yasemînan, li ser wê helbestê heye, yek piçekî ji serxweşîya hest û aqil, ya di çîrokên Şehrazad de. Ew Bîjenê bextewar, wê qedeha zêrîn li nava salonê vala dike, bi ser xwe de dadike, bi sedan teyrikên avê dûvikên xwe li têlên harpa didan – lê cinet tê eşkere kirin, tê hilweşandin û Bîjen xencera xwe dikşîne, li dijî xelkê ew qiralê tûranî û bilûr bêdeng dibin, ceng ji dil û tûj li dar bû û bêyî henek. Bi ew hunera ebedî, ya ku hertim xweş e, helbestvan ji sitranên xerîbî û hesret kişandinê, diçe bi alîyê, pê şa bûna tonên udê xapînok ve, bo gotinên tijî gewher yên mixalif. – Bîjen di hepsê de li ber mirinê ye, li Tûran. ”weke ewrên biharê hêstiran dirjîne.” Qîza qiral li nav malan li parsê digere. Lê li Îranê ew Gîwê bihêz û biqudret li ser kurê xwe yê bi tenê digrî, şînî ye û gernas û leheng li Bîjen digerin û şîna wî digrin.
Wê gavê ew Key Xusreyê biaqil, bi minasebeta aheng û şahîya Newrozê derdikve pêş, li bêşberî mîhraba Hurmuz. Ew ”världsbägaren”; aletekî wek teleskopê an jî yê remil avêtinê” di destê wî de ye û li kûrahîya wê dinêre, li wê dera ku hertişt xwe têde diteyisîne, xuya dike. (Lê vê derê dîsan pêdivîya vekirina kevanekekê heye; ango, li gorî ku dîroknas not dikin, li paytexta Medan, yanî li Ekbatan ´Hemedana rojhilatê Kurdistan´, du heb sîstemên, du aletên girover û pir ecêb û xerîb li wir hebûne; yek jê sîstema sitêrkên ku digerin, ku di hereketê de ne, kewkeb û ya din jî, herweha sîstema sitêrkên asîmanan yên mayî temsîl dikirin, nîşan didan. ´En färd genom världsrymden - Rêwîtîyek di atmosfera cîhanê de; rûpel; 152). Ew tiştên ku mirov nikarin his bikin, nikarin têbigihêjin û bibizîn, ew dibîne, çerxdana, sîrkulasyona asîmanan ya ebedî. Li wira ew, çawa û ji bo çi, ya di derheqê tiştan de fam dike û li ger û hereketê bêdeng yê kewkeban, planetan temaşe dike, li hîvê dinêre, Satûrnûs, Mars û Nahîd, dibîne bê çawa ew tiştên veşartî û abstrakt, micered, eşkere dibûn, derdikevin meydanê. Û di çembera wî metalê birqok (yê wek mirêkê) de, ew tiştê ku ew lê digere jî, ew wî dibîne, Bîjen, di hepsê de li Tûran!
Rostem, xelasker, yê ku mirova ji pêsîrtengîyê xelas dike, ji Îranê bi rê dikeve – bi balyên qumaş û caw, micewher û zînet, xişir û gewher. Bazirgan Rostem! Tor li brudelin! Çawa Rostem mil û nigên xwe yên bi qeys û mezinahîya fîlan di bin cilên bazirganan de dinixumîne? ”Ew yek Mîrze (wî) şad kir”, û dijmin tu tişt guman nekir. Herweha Menîce jî tê ba bezirgan Rostem. Bêyî ku ew teqlid bike, rasterast, bi xemgînîyek şad ku cezbdikir, wê behsa çîroka temamê êş û jana xwe dikir. Û Rostem gustîla xwe ji dostê xwe yê girtî re dişîne, di mirîşkek ku bi hostetî hatibû pijandin de. Çaxa ku Bîjen wê dibîne, ”qehqeheke wek qirala davêje, bi dengekî pir bilind dikene”. Ew kenekî homerî dike, wek arîyan dikene (ew mîrê semît yê di Hezar û yek şevê de, ew nakene). Lê dengê qehqeha kenê Bîjen, yê ji kêfa re, li dîwarê hepsê deng vedide û Menîce dibê qey, ku ew reben aqiklê xwe wenda kir. Lê belê Bîjen perîzadeyê (prensesê) dişîne cem Rostem, ku bi pistînî ew jê bipirse: Ji min re bêje, bê navê hespa te çi ye? Rexş e navê hespê te ya çê? – Navê hespê Rexş e û siwarê wî jî Rostem! Û çîroka evînê dibe, herweha, ew jî efsanek, çîrokek li ser şer. ”Xemilandî, biaheng û xweş” siwarên îranî bi rê dikevin û berê xwe didin mal. Rostem dibiriqe ”wek agirê Guschasp”, li welatên agirperestan. Bîjen tê rizgarkirin. Ew artêşa serketî dikeve rê û berê xwe dide Îran.
Û Key Xusre şahîyekê li bexçê qesrê li dar dixe, li wê derê hevrîşim û kevirên biha û micewher diçirisîn, şewqa xweş û lerzokî li ser gîyayê kesk xuya dikinrin, li wira lembe şewq didan li nav gul û kulîlkan û bermayê text li wir li bin darek şahane, lê çêkirî, sûnî, ya ku qurm û gewdê wê ji zîv bû û dîsan, ya ku şax, çuqlî û gulîyên wê ji safî zêr bûn, darek, ya ku bi zimrûdan hatibû bipelkirin, rûbînên sor weke kulîlkan diçirisîn, fêkî ji safîr, aqûtê şînê vekirî û karneol; kevirekî sor û xweşik, yê ku wek micewher tê bi kar anîn – û di hundirê gulîyên wê de, ji dêlva şîrav, şîrava daran, kanîyek ji miskê têde bû, ya ku hûr hûr bêhna xweş li havirdora text jê dibarî.
Aniha, îcar ew Fîrdewsîyê kal û şînî weke ku ruhê xwe di ava gulan de bişo. Lê sitrana Menîce û Bîjen, ewa herî ronî, vekirî û geş e di Şahnameya wî de, dîsa jî ew jî dijwar bi dawî dibe, gotinên giran li dij qederê – ”tu kes li cîhanê nabe ewê sadiq, ewê pêbawer. Sond dixwe, û, qeder sozê dostanîyê nade!” Bîjenê bextewar, bi şadîya xwe ne bawer be!
Di nivê cenga Key Xusre ya cîhanî de, wê gava ku pêlên şer li ser hev ber bi jor ve bilind dibûn, Menîce cejna biharê pîroz dikir. Gava ku asîman ronî dibe, ew romana evînê ya dema biharê diherike û xelas dibe. Paşê ew dîsan tarî dibe, vê carê dûbel, ducar xerabtir. Ceng mezin dibe, diwerime. Şahname methê cenga wan yazdeh cengaweran dike. Guhderz ew Pîranê xasûk davêje erdê û xwîna wî dixwe weke qurban ji bo ruhê heftê heb kur, heftê kurên, yên ku tev di cenga li dijî Tûran de miribûn. Û ceng mezin û bilind dibû, wek pêlan ber bi asîman ve di ew sitrana ecêb mezin û dirêj, ya li ser sefera cenga Key Xusre de, ”welê muhteşem û şahane, ya ku gihaştina wê nemimkun e, Îlîyadek heqîqî ya welatên Rojhilat”, sitranek li ser cengekê ”ya ku ji alîyê Xwedayê cengê ve hatîye nivîsandin” bi artêşên bêdawî, meydanên şer, yên ku ne serî û ne jî binî hebûn, yên bêpîvan; parzemînek, kontînentek dihat hilweşandin, dihat wêrankirin. Lê belê hlbestvan bi destê herî ewle û saxlem, xetên bingehî û gelekî mezin li dora cîhana xwe, ya pir mezin, dêwasa û ya di cengê de, dikşîne û wê li cem hev dihêle, wê dike yek. Mutemadîyen saw û tirsa gurbûn û bilidbûna cengê, heta dereca herî zêde xuya dike – û dîsan jî misêwa zêde dibû. Asya şewitî û bû arî, ser wê bi term, bi cendek û cesedan tê girtin. Û di dawîyê de, axirkê, Afrasîyab teslîm dibe. Heyfa ji bo kuştina Sîyaweş tê sitendin. Kawûs, ew Key Kawûsê kal dikare ji mezel rabe. Key Xusreyê biserketî û serfîraz, ji bo mirinê ji ewê herî li jor, ji Xwedê re dîa dike, dîa dike ku ew bimre, ji bo ku ew mecbûr nebe ku ew jî bibe, “yê ku Ahrîman bi derzîya xwe ya bi sûç û guneh pê vede”, ew, yê ku ew aramî û hizûra ku di dawîyê de hatîye qezenc kirin xera dike. Dia tê qebûl kirin. Ew dev ji tac û text berdide. Ew mîzac, karakter û xusûsîyetên bav û kalên xwe, yên ku qels disekinin, wan li hev rast dike û wî wan ji nû ve jîndar kir, ewanê ku bav û kalên wî; di cengên bi sedan sal de, ku bi cî neanî bûn. Ew xatir ji artêşê û welat dixwaze, dûr diçe û di çîya de; bi dûr dikeve û wenda dibe.
Aramî û hizûr hatiye qezenc kirin – lê belê ji bo ku bi tenê, ew bê birîn, bê şikanadin. Careke din ji nû ve pêtîyên agir gur û bilind dibin. Li ser textê hikim, desthilatê Guschtasp rûniştîye, lê kurê qiral, Îsfendîyar, qedera perşa (Med û Perş) tayîn dike, serokatîya wan dike. Ew delalîkê helbestvan û yê ew efsana kevin e, di ber û li rex Rostem ve.
Di dema hikûmeta bavê wî de, pêxember Zerdeşt, derket e ortê, doktirîna xwe îlan kir û ew agirê pîroz ji şewqa cinetê hilgirt û anî jêr, ji bo ewên nemir. Û Îsfendîyar têkoşerê Zerdeşt e. Ewî, gewde û bedena şovalîyeyê xwe (pêxemberê xwe), zexm û xurt kir û ew kire wek hesin.
Lê herweha ew ê wek pola jî, yê ku ketina wî nemimkun dixuya jî, bi gavên bilez ber bi dawîya xwe ve dimeşîya.
Bi awayekî dijber û mixalif Îsfendîyar derdikeve pêşberî textê bavê xwe û daxwaza taca Îranê dike. Qiral, şah dizanibû ku kurê wî heqê xwe dixwaze, ew textê ku wî bi Îsfendîyar re soz dabû. Lê belê ew ê qurnaz şertekî danî ber: Lê wê gava ku te Rostem li ber kursîyê, li ber textê min li zincîrê xist, wê gave dê tu ê bibî xwedî mîrasê welatê min. – Û Îsfendîyar biendîşe derdikeve ser rê û berê xwe dide Zabûl. “Lê pêşberî Ewê (Xwedê) ebedî, dê tu ê di roja qîyametê de cewab bidî, eger ku bihayê wê bibe jîyana min jî !”
Wî kurê xwe şand ji bo ku ew fernana wî pêşkêşî Rostem bike: Bi daxwza xwe teslîm bibe! Girêdayî bide dû min, bo pêşberî bavê min! Tu kes dê tayek jî, ji porê serê te nekşîne, lê belêÎsfendîyar tacekê qezenc dike. – Behram di bin konê Rostem de. Li wê derê mirov têr xwarinên xweş û baş dixwe û vedixwe, nanê nû pijandî û kerên biraştî. Rostem bi tena sere xwe kerekî biraştî dixwar. Behram ecêbmayî ma, lê belê ew ê kal kenekî bilind kir: “Xwarin hêza mêran çêdike.” – Lê Rostem bersîva ew ê cesûr da, bi dostanî û bêyî kîn û neyarî: Kurê qiral dixwaze wê rûmetê bide xanîyê xwe ku bibe mêvanê wî, ku zewqê ji ahengên wî bistîne û şerabên wî tham bike, biceribîne, wê gavê ewê kal dixwaze, yê ku pore xwe di cengan de sipî kirî ye, ku ewê xort hînî senetê şer bike. Bitenê ji bo yextîyarîyê min rûmetşikandî neke, nehetikîne! Tu kes nikare bahozê têxe qefesê. Tu kesî tu caran li ser rûyê cîhanê, Rostem di xelek û zincîran de nedîtiye!”
Şaîr methê li hember hatina hev, ya wan cengewaran dike – û dostanî û şer û pevçûn (ew herdu, yên ku di hundirên xwe de heyranê hevdu bûn, ji alîyê qederê ve tên mecbûr kirin ku heqaret li hev bikin). Îsfendîyar heqaret li rûmeta ew mîrzeyê kal kir, ew rûmeta, ya ku bi heqaretên wî, tu tiştek zêde jê kêm nedibû, Behram di ber xwe de gazin dikirin, ji ber ku ewê dev ji ciyê rûmetê li ba masê berdana û dilê Rostem bi hêrs û xezebê dihat eciqandin. Kurê qiral bixwîn, tinazê xwe bi koka, bi eslê qehreman dikir. Lê hingê şêr (Rostem) wî hejand. Rostem bi awayekî şahane xanedana xwe, esilzadetîya xwe diparêze, kiryara mezin ya bavê xwe, şeş sed salîya jîyan emrê xwe. Bihêz û biqudret, jîndar û geş, hêrsbûyî, şahane û muhteşem wan sûc û gunehên ecêb pir, di rex helbestên ew şaîrê mezin re diçin, şer bi ejderhayan re, devaer, ”hilfirandina wan î jor li ser hîvê û li ser pêtîyên rojê dihatin qelandin, biraştin . . . ” Rostem pesinê xwe dide, bi gotinên pir mezin, dêwasa, bi bengînîyek giran û bi teqil. ”Şeş qirn di ser min re derbas bûn, ji herkî ku ez hatime dinyayê. Şeş sed salan rûmeta min şewq dida ser wê tarîtîya erdê.” Lê ew Îsfendîyarê ciwan bi wê gotara Rostem, ya ku erdê dihejan e, dibişirî. Hingê ewê kal bi destê wî digre û welê wî didewisîne, dijdîne ku ji temamê tilîyên wî dilopên xwînê diherikin. Sorbûyî û ecêbmayî Îsfendîyar sohbetê, gotinê dibe ser şerabê. Şahî dest pê dike û Rostem xwarinê dixwe û hêrs û xezeba xwe li ba ”ew şeraba kevin û hêja” jibîr dike. Lê xeberdana kurê qiral misêwa li ser zincîra, xurûra wî têşîne, rûmeta wî birindar dike. Û Rostem ji Îsfendîyar bi dûr dikeve û bi gotareke şahane bo ew konê şah: ”Bi kêfxweşî ez te teqdîr dikim ey kon, ew zemanê, wê gava ku Cemşîd li te dima, ew dema ku tu; ya Ferîdûn bû û ew, û wê gava ku rumeta Menûçer dibiriqî, li reserî te tîrêj didan . . .” Îsfendîyar bersîv dide (şewqek westîyayî û xerîb ya dinya kevin xwe li ser gotinên wan herduyan belav dike): ”Tu jibîr dikî, ku herweha Cemşîd jî ket, mir, ku ewrên reş û tarî û biendîşe û xerab li derûdora yextîyarîya Ferîdûn kom bibûn, ku tew Menûçer jî ne dikaribû ku di rêya Xwedê de bimeşe.”
Ew ji bo cengê amade bûn. ”Wê gava ku ewê ciwan dit ku ewê qerase nêzîk dibe, ew ecêbmayî ma û ji Xwedê re şikir kir, ku Xwedê mêrekî welê xuliqandiye, çêkiriye.” Lê belê li meydana cengê; dîsan weke berê kurê qiral henekên xwe bi qehreman dike. Ew bi rim û şûran dihatin hemberî hev, bi hevdu diketin, dengê qêrîn û hewara cengê wek carekê, mîna ya Zohrab, diçû ber perê asîmana, bi gurz û riman, bi tîr û kavanan. Ew tîrên ku ji alîyê pêxember ve hatibû sitirandin, harneskê, zirxê ku bedena Rostem diparast quk dikir, weke ku ew ji caw, ji qumaş be. Û ji birînên bêhejmar yên Rexş xwîn diherikî. Tîrên Rostem ji zirxê, ji cilên Îsfendîyar yên cenê, paşve û virde wirde hildipekîyan, dipengizîn. Hingê Rostem tirsîya, lerizî. Xwîn ji hezar birînên li bedena wî diherikî û ”qels û lawaz wek zarokekî nû ji dayik bûyî”, wî xwe da alî û çû cem hevalbendên xwe. Li binê konê Rostem dengê gilî û gazinên bêaheng bilind dibû. Bavê wî, diya wî û birayên wî li ser ew mêrxasê mezin digiriyan, tevî ku ew hîna li heyatê jî bû. Herweha ji bo Rexş jî hêstir diherikîn. Şîn heqîqî û bitesîr e, û ew mirovî û însanî ye. Û ji ew saxlemî û aqilê selîm, ji jîyana însanan ya bişîn, mucîze xwe bilind dike, mezin û bêsînor, nedîtî û şahane: Niha ez rêyekê bitenê dibînim. Ez dixwazim gazî Teyrê Sîmir bikim bo alîkarî yê! Ew bavê kal, yê ku li ber mirinê bû, Zal, û yê ku zarokê delalî yê Teyrê Simir bû, niha, wê gavê wî ew perîk şewitand û serê xwe yê sipî tewand û li bendê ma. Bêhna xweş ya bixûr bi agir re bilind dibû. Zayenda parastina binemalîyê weke çîyakî ku bifire hat. Wî li ew Rostemê zermihî nihêrt, li ew Rexşa likumandî nihêrt û ”bi nikulê xwe xwîn ji birînên Rosten mêt”. ”Bi dostanî û bi pê şabûnek nîyetpak” wî xwîn ji birînên Rexş, yên bêhejmar jî mêt – êş û jan zivik dibûn, rehet dibûn, ”hespê ji kêfa re bi dengekî bilind dikire hîrehîr” û Rostem careke din jî bêhna xwe berdida. Lê Teyr bi qehreman re demeke dirêj xeberda û jê rica kir ku ew dev ji cenê berde. ”Bizanibe, ku laş û bedena Îsfendîyar hesin e. Û ku tu bi ser kevî, ew ê bibe mirina te, ji ber ku qederê emir dayî ye, ku ew, yê ku hezkiriyê, delalîyê pêxember bixe erdê, bikuje, wê gavê ew jî mecbûre bide dû wî, ji jîyanê, ew jî li jîyanê namîne.”Rostem bang kir: ”Cîhan dimîne, mayende ye, lê belê însan dimrin û bi tenê ew navê baş û pak dimîne! Şervan bira bimre, lê ger ku bi tenê rûmeta wî bijî !
Wê demê Teyrê Sîmir Rostem bi şevê dûr bir heta ba ew deryaya herî dûr, herî xewle, ya li ba Tschin, (Çîn). Ew Rexşa biesil, bilind û hêja firîya pêş wek tîrekî û qehreman li ser serê xwe, baskên ew teyrê qerase ”yên ku bêhna miskê ji wan difûrîya” his kir. Wî, bi perwazdana, bi firîna wan baskên xwe yên bêdeg, bi hezaran mîl firîya. Li ba qeraxa behrê darek reş (alm) hebû, ya ku ew ji serdemên kevin de li wê derê şîn hatibû. Û Teyrê mucîze li ser serê wê darê bêhna xwe da. ”Û gulîyê wê yê herî dirêj û yê herî bihêz û sitûr şikand. Bi wî gulîyî ve qedera Îsfendîyar daleqandî ye.” Leheng welê kir, ew tiştê ku Teyr emir kir. – Û wan ber bi malê ve lezandin, di wê xwezaya bisêhir de. Teyr digot: ji xwe re tîrekê ji çuqlîyê wê bibire û serê wî di agir de zexm bike. Gava ku bibe sibe, hingê cehd bike, lê bigere ku ewê hêja qezenc bike, ji bo hizûr û aramî. Xezîna bo wî îkram bike, hewl bide ku dilê wî xweş bike, dilê wî hilîne. Lê eger ku ew nikaribe quretîya wî bişkîne, wê demê wexta wê ye. Kevanê xwe rakişîne – tîra qederê nikare hedefa xwe şaş bike – û bera çavê Îsfendîyar de. Wê gavê dê ew ê bimre.
Bû sibe. ”Rojê zerika ji rûbînan bilin kir.” Lê li derve, li meydana şer, Rostem ji kurê qiral aşîtî daxwaz kir. ”Wî pir bihurmet, lê ne ji ber tiştekî, dîsan wek berê xwe tewand û nefspiçûkîyek mezin nîşan da.” Ew demeke dirêj bi gotina têkoşa, ji bo ku qeza qederê bizîvirîne, belê, ew giran bi xwe re têkoşa. Ku ew di yextiyarîya xwe de, destûr bide ku ew bê girêdan, bê rûmet şikandin û bibe pêkenok û were piçûk xistin? Bi porê bi xelekî û sipî; xortikekî biavêje erdê? Dê ew bibe weke ku mîrek kurê nazirê xwe biavêje erdê? Lê belê Îsfendîyar sar kenîya. Û Rostem kenê wî bihîst û zanibû ku muhlet û wadeya wî ciwanmêrî qediya. Wê gavê rondikek di çavê wî şervanê kal de biriqî. Pir biberketî, wî tîra xwe di kevan de rakişand: ”Xwedê, tu, yê ku şewqa, ronahîya rojê vêxistîye, kanîya aqil û hêzê, Xwedê, tu dizanî, ku min evêya nexwest. Tu, yê ku ronîya hîvê û sitêrkan vêxistîye, min ceza neke, min efû bike!” Tîr ji cîyê xwe hilfirîya û xwe kûr di nava çavê kurê qiral de çikand.
Ewê ku ji alîyê Zerdeşt ve weke yê herî baş hatibû hilbijartin, hatibû neqandin dikeve xwarê, ser axa sar, dimre. Ew ê xort mir. Îsfendîyar, yê ku dê bi tena serê xwe û dikaribû bi hêz û quweta xwe, ku bikaribûna kiryarên mezin ji zemanê Rostem ve temam bikra, bibra serî û di ewan sedsalên, qirnên qels û lawaz, yên ku bên de. Rostem li ser qederê girîya û li ser kiryara xwe. Û cengawerên li derûdorê li ser qehremanên Perşa, yên herî mezin xemgîn dibûn û şîn digirtin, ew, yê ku ket û ew, yê ku li dû, piştî peyama pêxember, dê wê gavê, bilez wê bida dû ewê mirî, ji jîyanê.
Tac û text ji bo Guschtasp hate rizgar kirin – û serketin ji bo Ahrîman. Ew ê baş û qenc xwe bi xwe ji binî de xera kir. Ew cengawerên herî mezin yên Îranî hevûdu ber bi mirinê ve dikşandin. Rostem ber bi mirina xwe ve diçû, ber bi ew mirina rûreş, ya ku di sitêrkên wî de nivîsandî bû: ”Şêrek, Rostem, dê ji bo fen, dek û dolaba rêvî bikeve, dê ew were lîstika rêvî.” Û Rostem hate lîstika birê xwe yê xerab û bêkêr û ew kete xefika Şeqad (Schegdad). Şeqad birê xwe dawetî nêçîrê dike û Rostem tiştekî guman û texmîn neke. Rostem, gerekî te bawerîya xwe bi Rexş anîbûna! Ew dilerizî, dihejîya û tije bû, bitirs û taswas, wî ji tirsa erdê û ji tirsa ew sira ku wê di xwe de vedişart, dikire hîrehîr.
Lê Rostem wî kişande pêş. Û hesp û siwarê wî ketin xwarê nava çalek ji çalên ecêb û bisaw, yên ku ji alîyê Şeqad ve wek kemîn û ji berê de hatibû hazir kirin û li wê derê, ew di wan darên serî tûjkirî de hatin çikandin.
Xwîna qehreman û ya hespê zêde diherikî, xwîna herî hêja li Îranê ya Rostem. Qewm û xanedana, binemala navdar ya Sam xwînê wenda dikir. Hurmuz ji ber Ahrîman xwînê wenda dikir. ”Cîhan xweş bû, wê gava ku tu li wê derê digerîyay. Niha ew ne xweş e, gava ku tu, Rostem, tune be, ne li wê derê be.”
Û Rostem di mezelekî ecêb mezin de tê defn kirin, rast li ser kursî rûniştî, li ser text rûniştî û nigên wî li ser erdê, weke ku ew hîna jî li heyatê bû, dijîya û ji xwe re xeyala şeraba Zabûlê dikir, di xeyala ceng û rûmetê de. Hespê wî yê qerase û yê ku qedera wî par ve kir, Rexş jî neqlî mezelê wî kirin. Deng û qêrîna kilam û sitranan ji bo cara dawî bilind dibû, lê dengê wan tonan ne digihêşte ewê mirî. Cengaweran ava gulan dirijandin ber nigê text: ”Rostem, ew bêhna xweş êdî hew digihêje te. Êdî, tu carên din, tu ne diçî şer û ne jî diçî şahîyê. Tu carên din, tu nikarî xezînan li derûdora xwe bi camêrî û comerdî belav bikî. Te berê xwe ji cîhanê guhertîye. Egîd, adil û paqij tu ji alîyê Xwedê ve hatî çêkirin,Wî kêfxweşî li cinetê bexşî te kirîye!” - -
Rostem mirî ye, lê helbestvan hêj tiştên ku di derheqê wan de binivîse bêdawî ne. Ew Şerê mezin yê di navbera ronahî û tarîtîyê, qencî û xerabîyê de, ji alîyê nifşên nû de, tê domandin. Lê qehreman di rêya, ber bi hedefa Hurmuz de diçirisin û diçin. Li bêşberî awirên Fîrdewsî, yên bê hêvî û bê çare, ew ê qenc û baş wenda dike, zora wî tê birin, ew doktrîna kevin û xweşbîn, optîmîst li hemberî temamê mixalefet û lidij derketinê.
Şah-name methê Dara û kurê wî dide, Îskenderê zirqerney (mezin), û ew zarokê kurê qiralê Perşa – dîrok nivîsandineke nedîtî û şahane û heta tiştekî ji wê jî wêdetir û çêtir – û di dû ew hilpekîna, wê meşa dirêj û herî cesûr, bihêvî û bihêz ya qedera sasanîyan re. Bi mirina Yazdgerd (Jesdegerds) re, bi ketina ew xanedana, ew binemala esîl ya xwemalî, xwecih re, ji bo neqil kirina Umer (Umer Xeyam), Fîrdewsî Şahnameya xwe diqedîn e.
”Şîn şaîr lal dike.”
III.
Ew, yê ku çîrokên li ser jîyana Fîrdewsî kêfa wî anîbe û zehmet kiribe ku berhema wî xwendibe, wê ew ê muhtemelen gelek ecêbmayî bimîne. Ew ê ew bibîne, keşif bike, ew helbesta, ew efsana ecêb mezin şayîk kirî, rast kirî, teswîr kirinek ne zêde rehet, lê xweş bihev ve kirî, hem abistrakt, micered û hem jî konkiret, berçav û gihiştî, bitecrûbe û biaqil, bêyî ku kêlîkek, qasikek ew bi awayekî xav bêbirîn. Ew ji hunerê şiîra, hunerê helbesta, yên bêhempa zewq distîne, helbestên wî diherikin, zû û bilez in, zelal in, jîr û biaqil in (întelîgent) û bihêz, zarîf û lîrîk in. Ew wê teknîka herî şahane tespît dike, ew a herî ewle û saxlem, tahmeke lihevkirî û bimentiq, yên ku bêyî ku ew sist bibin, ew rêzên sitranên bêdawî diherikin û diçin, bê lê gerîn, hunerîya xwezayî, ya ku tu caran nîşanek, îşaretek nexweş, nerhet nade der. Wî şaheserek peyda kiriye, keşif kiriye, bedewîyek nadir û yekta, zîrekî, aheng û harmonî; netîceke ji kultura bi hezarên salan.
Eynî tahm, lezet û zewqa dewlemed, pir mezin û xweş, ya ku Fîrdewsî ber bi wê yekê ve dibe, rê nîşanî wî dide, ku ew bi hezaran xalîyên perşa û bi qalib û modelên, ji qumaşê hevrîşim yên rengareng û şahane, yên herî baş, bike helbest, binivisîne. Herweha helbestên wî jî tablok e li ser hevrîşim – lê bihêz û bi qudret û şahane û bihereket û bibizav û yên ku ji materyalê xwe diçirisin. Ji ber ku ew Fîrdewsîyê muhteşem jî, şaîrê ku porê wî sipî bibû jî resim çêdikir ”bi qamîşê sertûj yê nivîsyarekî” weke ku birêkûpêk rupelê Quranê, şahane were xemilandin, were neqişandin, ya ku wek rengê zêr diçirise, ji rengê ew şînê kulîlkên(sosina?) biharê . . .
Şahnameya wî yeke mitenasib e, organîk û kamil. Qismek ji cezîbeya wê, bi taybetî xwe di wê mikemelîya wê de, xwe di wê bêkêmanîya wê de vedişêre. Lê ew zehmetî derdixe, ji bo her teşebisek, ji bo her hewildanek, ku bi îfadeke kurt kirî bikaribe întibakê li ser berhemê bide. Çiqas zêde berhemeke şiîra bermayîyê kulturekê be, ewqas hêsantir e ku ew xwe bi wê tev bide, heraket bike. Lê Şahname, bê guman ew a nêzî, ku bi mîlan dirêj, topa, giloka hevrîşim e! Berhem xwedîyê kêm beşên hindik xweşik e, lê zêdetir ji ew ên ku ji serî û heta binî xweşik in. Heta û digel ku jêneqilkirinek ji Şah-namê, ji yekî re hindik dibîje, îzeh dike ji jêneqilkirinên din, kevirekî piçûk ji mozaîqek mezin. Jêneqilkirinên Homeros dikarin li her derê bên bikar anîn, ew rismên xweş û biaheng, bi tena serê xwe, li ser xwe disekinin û bi hêz û bi xwîna xwe jîyana xwe didomînin. Lê detayên Şahnamê û rismên wê zêdetir in ku daxwaza, talebê zewq jê sitendinê were kirin û ew bê muhakeme kirin û bê nirxandin, ku ew weke detayekî di minasebeta xwe ya mentiqî de were dîtin.
Eposê Îranê bi kûrahî ne ecêb û nenormal e, lê Şahname pir şexsî ye di wê edebîyata îranê de – ew a formel, mibalexe kirî û hema hema, çi bigre, ji serî de edebîyata ku kulturê qels dike, welê dewlemend bi qabilyetan, pîrên hunera helbestê, yê ku dikarin helbestê, şiîrê û edebîyatê balans bikin, dewlemend bi xwezayê, cezbkirinek ku ji zikmakî de dayinek Xwedê ye, herweha di rewşa zemanên ketî û xerab de jî, lê feqîr bi kesên, bi mirovên ku bi hêza hundirê xwe û têrîfade. Lê ku ew Fîrdewsîyê xwedîxirûr û şareza, ew nimûneyê zîrek û jîr, ku zêdetir xwe naparêze yekî dide heyirandin, mirov ecêbmayî dihêle. Wî ew yek ji kerb û xişma abîdeyê xwe, yê nemir re veşartîye, ji bo tinaza li dijî Mahmûd. Şahnameya wî xwedîyê kulturek kevin û temamê hakimîyeta şaîrekî bêqisûr û kamil e.
Dirêjahîya ew berhema helbestan, bêguman pir mezin û ecêb dirêj e û gelek hovîtî di wê çîrokê de, di wê efsanê de heye, lê awayê bi kar anîna helbestvan, ya wî meteryalê xwe, ew ne hovane ye. Materyalekî ecêb mezin lê dîsan jî şahane, bihêz û xurt, lê Gratîe a (gertie - Xwedaya jin, ya ku di mîtolojîya romayîya de; cezbkirin, kêfxweşî û zewqê sembolîze dike), îranî, ewle û saxlem perwerde kirî, narîn û zarîf e. Hêza xwe nîşandanê, hêza xwe temsîl kirinê, ya ku mezinahî û navdarîya qehremanan zêde û bilind dike, heta di ser qeys û pîvanên mirovan re û zeman bi sedsalan, bi qirnan dijmêr e, ew fantazîya zaroktî, ya ku nizane bê betilandin çi ye, di wî materyalî de ye û ew yek dikare qismî bi paş ve here, heta bo ew zemanê herî kavin, heta ew qirnên ku berî Kurroj (Cyrus). Yê ku xwedîyê hêzek welê ku bikaribe ji bin berê materyalekî wilo giran û mezin rabe, Fîrdewsî bi xwe ye. Ew bi tenê li ser nigên xwe sekinîye û hildigre, wek ku çawa Atlas cîhanekê; bêyî Fîrdewsî dê ew ê bêşop wenda bibûna, wê ew ê bihata ji bîr kirin. Di wê cîhana ku cesûr bi fikira şik û gumanan temsîl kirî de, asîmanê Îranê yê bêewr ronî û vekirî xwe amade dikir û hewa geş û şefaf û vekirî – ew qalibê bedewîya xwe, zelalî û harmonîya xwe bi helbestê re digre.
Şahname helbestek bi çapek ecêb mezin e, di derheqê qehremanên bê mîsal de. Dengê cengaweran wek dengê birûskê gurmînî û şerqînî dike. Helbestvan bi xwe qebûl nake ku ew dengê xwe heta dereceyekê bilind bike. Û herdu alîyên berhemê mirova li her derê ecêbmayî dihêle. Li alîyekî ew a herê kevin, ya arîya a kevnar, resen û heqîkî, mezinahîya materyalê û xwezaya şaîrî pir mezin, dêwasa û li alîyê din kompilîkasyona moderntir ya zeka û întelîgensê helbest nivîsandinê û îmkanên formel yên şaîr û yên xelkê. Lê gerîna tespîtkirina zeman ji bo kultura Şahnamê nemimkun e. Ew dema, tevî jê îstîfade kirina temamê zehmetîyê xwe jî, yê ku sitranên eslî, orjînal aîdin, kurtayîyek niqteya navendî a wan efsana, ya bi ser hev de civandî, ya pazdeh qirnên rojhilatî ne. Rostem kerekî temam dadiqurtîne, bi arîtîya kevin û bi kêfxweşîyek barbarî – ”nivîskerek serê zil, qamîşa xwe ya xweşik tûj dike û nameyekê li ser cawê hevrîşim dineqişîne, boyax dike” – ”roj şûrê xwe yê zêrînî dikşîne”, ji niha ve zêde xweşiktir kirî, li wî welatê welê pir zêde nazik, kubar û zarîf. Helbest dijîtîyên, kontrastên dijwar û xurt datine alîyekî. Helbestvan, di ew du hezar salên nêz, yê berê de ye, yên ku ji wî zemanê ku ew di ew beşên berhemê, yên bijare û maqûl de, ku ew di wan sitran û helbestên xwe de pesin dide, metih dike. Ew methê wan cengawerên zemanê kevin, yên xurt û zexm; bi awayekî estetîk û şayîk kirî, xweşik kirî dike. Û dem, yê ku şaîr ji efsanê bi dûr dixe, xwe hêdî hêdî, lê baldar di nav helbestên wî de vedişêre û xwe xweş tevlî hewa, atmosfera wan, yên demên kevin dike. Li hin cîyan zêdetir e, ji wekî din. Qismî, kilama li ser Bîjen, tam li nêzî ew çîrokên şerqî, yên welatê rojhilat e. Li wê derê ew a arîya, ya şahane, di nav yekîtîyek bi xetên semîtîk, yên elastîk de ye. Ew a herî kavin, ew demên zerdeştî li cîyê xwe dimînin, weke sermayekî bingehî û bihêz û biqudret, lê belê dûr. Wek bayên paqij, xurt û xweş ku ji çîya ber bi jêr ve, li ser qadê, li ser meydanê tên, li ew cîyê ku ceng lê dibe, wê demê bayekî hênik, bayekî nerm, misêwa hewaya paqij ji ew zemanê arîyan yê kevin tîne, bi rêya ew helbestên Fîrdewsî, yên bihêz û biqudret. Û lewre, ji ber wê yekê, zêdetir bêhna gul û kulîlkan jê difûre, ji parfuma sûnî û tu caran nabe bêtahm, ji kultura xwe ya dereng, ya ku di pêşerojê de tê û ew kultura xwe ya bilind û mezin li hemberî her tiştî. Bi temamê narînî û zerafeta xwe, bi temamê şûx û şeng, zewq û zerafeta şahane û ew misêwa peşkek, dilopek delal, xweş û nazenîn diparêze, hişkeberê, pirîmîtîv hîmê bingeha xwezayî, ya ku tu caran xav nebe, bêtahm nebe, eger ku dengê wê yekê ji were, ango, ku qehreman topê tavêjin, bi topê dilîzin, bi serên dijmin yên jêkirî re.
Car caran dergahên cîhana kevin rohnî dibin, vedibin, Rûdabe şîreta li Zal dike ku ew bi gulîkan ve hilkişe jor. Ew fikir dê tu caran çênebûna di mejîyê şaîrekî de, li vî alîyê teqwîma hicrî de, di zemanê teqwîma hicrî de (Hicret, Koç; di taqwîma Îslamê de weke destpêka dîrokê tê hesibandin, ew dema ku Hz. Mihemmed ji Mekê koçî Medînê kirîye). Lê belê ew xwedîyê temamê wan çîrok û efsaneyên kevin, yên îranî û yên bişahî û biaheng û xwedîyê tahmek, şerbetek pir sert e. Sitrana li ser Zal, ya di hêlîna Teyrê Sîmir de, xwedîyê xisûsîyetek, taybetmendîyek nedîtî, gelek xweş û şahane, ji heqîqetê ye. Ew porê wek berfê sipî weke motîvê rê nîşandanê, ew çîyayê Elbirûsî xalî, hêlîna Teyrê Sîmir ya ecêb mezin, ”ya ku hêza sitêrkan nagihîjê”, hertişt întibayek ku nikare ji berê de were gotin, ji cîhana efsana çêdike, ji mucîze, ya di ronahîyek şefaf de, ji çîrok û efsaneyên rojhilat, yên bi ronahîyek mîstîk. Ew ê piştre çêbûyî, piştre hatîye dinyayê, şaîrê rast, jidil xwenda û zana xwedîyê însîyaq, înstînkt û biaqil û kubar, ji bo urf û adetan rêzdar, tê gihêştibû ku atmosfera karakterê wan efsaneyên kevin biparêze, xamî û xeşîmîya bêsînor ya bedew û têrxweş û ew bilindahîya nedîtî, gelek xweş û şahane.
Helbestvan di nav berhema xwe ya pir mezin de ye û ji xwe re li paş ve, li ew zemanê çûyî dinêre, li cengawerên mezin, zemanên çûyî, zemanên wenda kirî – ne bi îronîyek bikubir û ji cîyê xwe yê bilind – bi cidîyet û bi bêrîkirin û bi teqdîra herî bilind. Lê wê gava ku ew teswîra wan şervanên muhteşem û balkêş dike, ew dineqişîne, bêyî ku ew bizanibe; ku ew qismî ya xwe bi xwe, ruhê dema xwe bi xwe di wan de dineqişîne. Ew binezaket ruh û mana wan efsanan diparêze, lê ew, yên dema xwe bi ser wan vedike, li wan zêde dike, huherê xwe yê helbestê, yê lîrîk, bi heqîqet û bêyî lê gerîna, serî lê dana mîmik û rûçikên însanî û hakim û ji heq derketî, li têlên, li enstrumentên pisîkolojîk dixe, bêyî ku têkeve nava analîza – û bêyê ku bisekine.
Şiîra wî ecêb zû diherike. Ew kêm caran xwedî zeman an jî xwedî hewese, ku teswîr bike. Sitran li dû sitranê behsa destanan dikin, lê bêyî bi firehî bi kar anîna epîk di resiman de. Sûretên, resimên bilez bera hevdu didin, gelekên caran balkêş û minasib, lê pirê caran zêdetir ji bo xemlê, ji ku ji bo temaşe kirinê. Ew kêm caran ji rêzekê zêdetir dirêj dike. Ew dîsan tên, ne carek, lê belê hezar carî û dîsa jî ew hema hema hertim întibayek, tesîrek nû û paqij çêdikin, ya ji gul û kulîlkên nû berhev kirî. Yên bi taybetî navdar in, rojhilatinên wî yên bêdawî ne – şaîr bela sebeb ne ji Xoresan bû, ew der welatê rojhilatinê ye. Resim, wêne gelekên caran bi xweşiktir kirinek mibalaxekirî ne, wek temamê ew edebîyata îranî, ji destpêkê de nexwezayî, sûnî, zêde xweşiktirkirî hê iroj jî. Lê Şahname wek temamê destanê, nisbî hêsan e, sade ye, ew ecêbmayî hêsan e, li hemberî lîrîka îranî, ya ku pir qelebalix e bi lîstikên gotinan, ceribandina bi ziman re û bi zorê çêkirina sûretên komîk û ecêb. Ew bêguman dikare di cî de, dîrekt zewq jê were sitendin û bêyî îzah kirina ferhengî. Di derheqê rewşa ketî, xerab û rizîyayî de, ew yek nikare di sitîla Fîrdewsî de were behs kirin, ku ew yek bibe mewzû baîs. Belkî hoste ew piçekî nexwezayî, sûnî kiribin, bêşik gelek narînî û zerafeta mibalexekirî ya bibiharat ku tahma û lezeta wan xweş dike, ku ew nezelal xuya dikin, wenda dibe. Ew nivîskarekî, şaîrekî kilasîk e. Cîhana resim û sûretên wî, qismî, beşek jê ji bo me rojavayîyan re nû ne, ew radîkal û bihêz in – lê monoton in jî. Lê belê hin caran sûretekî bi tenê tê, dertê û mirov wek yekî lal û bêziman disekine li pêşberî bedewîyê bi xwe, sûretek, welê bêsînor û şahane – di gotinekê de, di rêzekê de – û çîrok dom dike, di rêya xwe de, di rota xwe de dibeze, weke kanîyekê bi aramî û sakîn, bi hêzeke yeman.
Kanîyek! Şewq û ronahîya renga reng ji çirisandina wan dilopên avê, yên wek mîrwaran diçe. Weke avê nerm, di rengê kirîstal de wek avê, lê belê weke kirîstal. Helbest dilezînin lê bêyî taswas, biaheng û harmonik, wekhev û bi rêkûpêk. Lîrîk bi zorê pê re digihêje ku bibe lîrîk, ku bibe helbestî. Xwezayek, tebîetek pir xweş û şahane, ew ên herî bedew, cinetek bi gul û kulîlkan xemilandî, nezelal xuya dikin û di ber re diherikin û berhema helbestan misêwa xwe ber bi pêş ve dide. Pir zêde, pir kêm caran herikandin wan xwe kêm dike, leza wan hêdî dibe, dadikeve û golekê çêdike, avek firehtir. Sitrana li ser Zohrab, yê ku sekinîye û li artêşa dijmin dinêre, yek ji wan gelekan e ku min behs kir, ew a tikîtenê ya hêjayî gotinê ku bi berfirehî epik teswîr kiriye. Ew meydana şerekî teswîr dike û sûretan li kêleka hev û li hember hev saz dike, amade dike, ne (wek bi piranî li cem Fîrdewsî) ku welê yek dide dû ya din.
Wek Zohrab ku di wê sitranê de, li derve li konên neyar yên bêhejmar dinêre û dawîyê jî rojek tê – û rojek ji jîyana Fîrdewsî – ew, yên komplobaz, li ba Svolder, ji xeynî ejderhayên Olav Tryggvason, yek li dû yekî, yên ku ew di rex de diherikin, li ser wê ava sipî û birqok. Snorre Sturlasson dused sal di dû re, di şahnameya (konungabok) xwe de teswîrekê ji kêlîka dide. Ew sûretekî ji çirisîna hesin çêdike û dengvedana kurt ji maden, kulturek hişk û sert. Şahname herweha wê kulturê ji dide – ji qumaşê hevrîşim û zêr.
Teswîreke cengê wek ya Fîrdewsî, di edebîyata cîhanê de yeke tenê ye – cengeke werê bişidet, wilo bi lez û bez, şîpek gurmijî, ya ku kefê dipijiqîne, direşîne derûdorê xwe, bêhnçikîyayî, bêdawî, ecêb mezin; îluzyona ji lez û beza bişidet û giranîyek gelek zêde xopankar, giranîya mîrkutên wek çîya, ji kulmên wek gurza, yên ku enîyekê mina şûşê hûrhûrî dikin; tevlîhevîyek, qelebalixek mezin û gurmînîyek – teswîrek bihereket ya ku mirova ecêbmayî dihêle, împressîonîstîsk (hindavek hunerî ya ku cehd dike ku ew întîba heqîwetê di cî de zevt bike, bi taybetî di hunerê resim çêkirinê de, lê herweha di edebîyatê û di muzîkê de jî). Lê rojhilat ne bi kêfxweşî pêşnimûneyan çêdike. Û yên Fîrdewsî, di awirek yekem de, tablokî welê bilez bêhempa û bi rêk û pêk di kêm heba de heye, lê hamleyên biencam kirî.
Helbestên wî, yên ku misêwa ber bi pêş ve diherikin û dibezin, bi hostetîyek herî mezin hatine çêkirin – şîpek, herikandinek bilez bi giştî. Ew cenga xelkan e. Ev teswîr ne zêde meriv e, xizm e, ne xwedîyê wan hevtaybetmendîyan e, bi ew efsanên qehremanîyê ku jîyanek fireh di her detayên wan deheye, yên Homeros û yên ku her yek ji wan hizûr û aramîya, nefes sitandina xwe ji wan destana distînin. Şahname hecimên ecêb mezin himêz dike, çi ji alîyê dem û meydanên pir fireh de û çi jî di derheqê teswîr kirina însanan de, hem li hundir û hem jî li derve, lê xweza wê himêz nake. Helbesta Fîrdewsî; yeke bedew û narîn û berhemek estetîk e. Fîrdewsî li ser zemîna zêr sûreta çêdike, li ser zemîna cawê hevrîşim yê zêrîn, yê zêrkirî, ew bi lez û hêzek ku jê çêtir tune behs dike, dibêje, lê çênake, weke Xwedê û Homeros, mexlûqekî zindî çênake ku ew nerm û xweş, serbest û azad, ku ew ji xwe re li nav wê hewa tingerm bigere. Şaîr ”Homerosê welatên rojhilat” e; rişme, nîşan bi vî awayî rast e, yê ku ew di nava ew destanên welatên rojhilat de, li raserî her pêşbirkê, misabeqeyê ye. Lê li hemberî Homeros, li pêşberî, di wê maneya herî hêja de, yê cîhanî di nav şaîrên cîhanê de, dadikeve Fîrdewsî, ew ê cinetî, dibe xwelî.
Şer bi şewq û çirisandina şahî û bi ahenga bi dawî dibe, ”pêlên şerabê sor dikin, wek rûbînên (kevirekî sor pir xweşik û biqîmet) Yemenî”; şahî bi lêxistina ûd, sitran û lîr, bi bedewî û şerabê bi awayê kilasîk, bi sipehîtîya dilkêş ya welatên rojhilat û bêhna xweş a Erebîstanê – û bi serxweşîya germanî ya kevin, wê dema ku hestên qehremanîyê ên arîyan, yên netêrbûyî ku ji kêfxweşîyê bilind dibûn,diwerimin.
Sirtan û kilam dilezînin, ecele dikin. Mirov dixwîne û lê ecêbmayî dimîne, li ser ew welatê bêsînor, yê ku helbestvan bi hêza xwe tu caran bêbextî li ser wê mijarê nekirîye, li hemberî, hema hema hakimyeta wî ya nedîtî û şahane li ser materyalê xwe – di teswîr kirina bûyeran de, tiştên derveyî, li ser însanan, sohbet, bi pisîkoljîyek dîvînatorî, mexsûsê mirovan, lê herweha kesî û şexsî jî û li ser varyasyona wî ya ku ne qabilê qedandinê ye. Sehneyek wek ewêya, lê wê dera ku Tehmîme, diya Zohrab bi şevê tê cem Rostem, ya herî bi heyecan û xweşiktirkirî, bi awayekî zarîf û narîn ”henaandede” hunerê hinekirî. Ew sitrana bakîre ye, ya ku rê nîşanî Fîrdewsî dide, li oda herî pêş, li ciyê herî bilind, ew wek zerafet tê bi nav kirin. Ew (Tehmime) safî kultur e, ew tahma herî lezîz û bi hostetîyek mahîrî hatîye çêkirin. Detayekî piçûk: heyran bimîne ji bo wê tahma şahane, ya ku Fîrdewsî bi wê, li her derê nirxê, bihayê an yê hikumdar an jî yê qehreman diguhêre, ya ku her xîtaba di helbestê de bi wê dest pê dike. Ew hunerek e ji bo ew welatên rojhilat, yên di binê zordestîyê de.
Gelekê caran qehremanê Şahnamê weke saf, xam tên tarif kirin, tên nîşan dan, lê ew safîtî pir tevîhev e bi frazên, bi gotinên binezaket, zarîf û kubar û bi fikirin jîyanê yên xemgîn. Berhem xwedîyê ew ronahîya, ew tîrêjên herî hûrik û zarîf, bênavbir û domdar e, yên ji komplîkasyonên kûr û giran in, lê ew qet nayên pêk anîn.
Lê belê felsefeya wê ne saf e. Ew fatalîzma (ew pêşveçûna bûyerê, ya ku ji berê de hatîye qerar dan û ji derveyî kontrola mirovî ye) mihemmedî ye. Helbestvan bi ruhê şervana yê bi hêz xwe ditewîne, pir kûr û giran hêrsbûyî û bixeşm, ji qederê re. Bi bengînîya ew ruhê biqudret û mezin, di nîvê wê helbesta xurt û bikultur û perwerdekirî de, Fîrdewsî nefreta, kîna xwe li hember qederê, di ew helbestên xwe yên ketî de dide der, ecizbûnek di jîyanê de û awayê birêveçûna jîyanê, xemgînîyek, keserek, ya ku betal bû, dawî lê hat ku ew ji xwe re li sûreta bigere û ji xwe re şikil bide gotina, yeke bêton, dûz û pahn. Carinan fikira helbesta Fîrdewsî dikare xwedîyê formê qalibekî tam, minasib û balkêş be, ya ku ji bo herdem, xwe di hişê, hafiza mirov de dikole. Di derheqê mirinê de, li ser qanûnên xwezayê; çêbûn, kemilîn, hilweşîn û wenda bûna maddên, ew ên li gorî tevgêra, dewrûdayîm bûna xwezayê (her tiştên ku di cîhana fizîkî de hene) yên jîndar, pêşeroj, di bêmanebûna hertiştî de helbestên xemgin yên ku baş ji qedera xwe razi ne jî hene, lê herweha ji şablonê mihemmedî jî.
Hertişt mahkûmê wendabûnê ye, yê ku demeke dûr û dirêj jî li cîhanê be – ji xeynî rûmetê. ”Ger ku bi tenê navûdengê min bijî li cîhanê!” bang dike Rostem, ”ew yekanê (berazê nêr) kal”, yê ku arî bû, bakurî û ber bi mirinê ve baz dide. Û bi gotineke serbilindî, ya ku zora ew dijwarîya giran a jîyanê dibe, ew ê cînetî Şahnamê diqedîne. Qeder zalim e û Ahrîman qezenc dike. Lê belê rûmeta ew ê mezin dimîne. Û li kêleka ya qehremanan, ya ew şaîrê qerase jî.
Ew dêwê edebîyata rojhilat e. Bi hunermendîya xwe ya zehmet, sitewîyayî, bitecrûbe û biaqil, ji zemanekî derenmayî, bi ew perwerdekirina edebîyata îranî û bi lez û beza, bi cezbkirinek sar, ew herî kûr sitêrkek ji gewherê herî kavin vedişêre, mejîyekî ji ew zemanê rostemî yê heqîqî û baş. Ew jîyana xwe dide berhemeke qerase û ji bo wê, tevî wî emrî û feqîrtî û xeyalên têkçûyî, di dawîyê de – û di talîyê de, bi serbilindî di van gotonan de: ”Min, ew ê ku Şahnamê çêkiriye, cîhanek tije kiriye bi xelata xwe. Ew ê biaqil û xwende, wê ebedî bi rêz û hirmet qala min bikin. Ez nemir im, ger ku herweha ruhê min hinda jî bibe, Nemîn e, ez, ew ê ku bizirê gotinê çandiye!” - -
Ew tiştê ku şaîr di derheqê xwe de û li ser berhema xwe fikiriye, ew, wê yekê di tinaza li dijî Mahmûdê mezin de diqêre. Ewle û piştrast di hunerê xwe yê bêhempa û şahane de, bi pesin dana xwe ya herî bilind û mezinîya manevî di mixalefeta xwe de, di bengînîya xwe ya biendîşe de, ew helbesta bihêz xwe di ber re kaş dike, di hêzê de prometeosî, ew apoteosa (bilindkirina ´însana´ bo Xwedê) fîrdewsî li ser Fîrdewsî:
”Som snillen låta många sig begapa,
Gelek wek dahî ji xwe re dev ji hev mayî bimeraq zoq lê dinêrin (gelekê caran bêyî ku ew fêm bikin),
Dock världens kraft var alltför svag att skapa
Lê hêza cîhanê zêde lawaz bû ku peyda bike
En diktare Firdusi före mig
Şaîrek Fîrdewsî berî min - - - ”

Çavkanî:

Nordensvan Elsie ”Tusen Och En Natt Och Andra Essayer”
Stockholm 1917 Kungl. Boktryckriet. P. A. Norstedt Och Söner. 172750.

Resim: Google (Înternet)

Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek